Hizbulaha Iraqê Berdewam Gefan Li Amerîka û Siûdiyê Dixwe

Ebû Huseyn Hemîdawî sekreterê giştîyê Partîya Hizbullah a Iraqê hişyarî da şandeya Neteweyên Yekbûyî û got, yan divê her kes di nava asayişê û aramîyê de be yan jî ji wê hîç kes aramiyê nebîne.

Hemîdawî di civîna partiyên “Çarçoveya Hevkariya Şîayan” ku Cenin Plaskhart ê nûnerê NYyê jî beşdar bû de wiha got: “Peyama me ji dewlet û saziyên ku vîna gelê Iraqê dizîne û piştgiriya sextekariyê dikine. Dizîna îradeya gelê Iraqê bi hevkariya civaka herêmî bûye, em ji wan re dibêjin ku hewldana we ya li ser derxistina komeke bi bandor dê bê encam be û hewldanên we yên ji bo vegerandina fitne û şewata navxweyî wê bi hewldanên aqilane têk biçin.”

Hemîdawî di dewama axavtina xwe de wiha got; “Eger ev pêk were,
bawer bikin ku agirê vî şerî wê DYA, dewleta Siyonîst û lîderên Siûdî jî bişewitîne.”

Rojnameya El-Erebî ku navenda wê li Londonê ye ragihandiye ku aliyên Şîayî yên li ser hilbijartinê li hev nekirine di navbera wan de nakokî derketine û civîna wan a li mala Malîkî têk çûye.

KDC

FREE
VIEW