Swêd Wê Pasaport Û Nasnameyên Xwe Biguhere

Biryar hatiye dayîn ku ji 1ê Çileya 2022an ve şêweyê pasaport û nasnameyên neteweyî yên Swêdê bên guhertin. Li gorî polîsan, forma nû wê ji sextekariyê biparêze.

Di nava pasaportên nû de wêneyên tîrêja ku ji lûtkeyê derdikevin heye, di belgeyên nû de dîmenên qadên xwezayî û kesk ên Swêdê ên weke pelên daran ên ketine xwarê jî hene.

Polîs bawer dike ku pasportên nû dê baştir bin ji kêmkirina şaş bikaranîna belge û nasnameyên orîjînal, ji ber vê yekê îmzeya xwediyê pasaportê dê bê guhertin û bo bergê pêşî yê pasportê were veguhestin.

Her wiha dê hûrgilîyên din ên ewlehîyê hebin, tevî nixumandina wêneyê xwediyê pasaportê bi “mekanîzmaya parastinê ya guhertî”, ku li dijî manîpulasyon û sextekarîyê diparêze.

Ji bilî guhertinên dîtbarî, parçeyên dîjîtal jî bi çîpek nû û parastina şîfrekirinê ya baştir hatine nûkirin.

KDC

FREE
VIEW