Konfederasyona Revenda Kurdistanî Ji Bo Pîrozkirina Cejna Qiyamê ya Xiristiyanan Peyamek Weşand

Konfederasyona Revenda Kurdistanî bi minasebeta Cejna Qiyamê daxuyaniyek weşand û pîrozbahiyên xwe pêşkêşî wan kir ku tê de hêviya aramî û ewlekariya Kurdistanê dikin.

Peyam:

Em bi boneya Cejna Qiyamê pîrozbahiyên xwe yên germ pêşkêşî xwîşk û birayên Xirîstyanên kurdistanê dikin û hêvî dikin ku xwîşk û birayên me yên Xirîstyanî her dem di cejnê de bin û cejn ji bo aramî, aştî û asayişa Kurdistanê bê pîrozkirin.

Di hemû biwaran de Xirîstyan û Musilman li Kurdistanê beşdarî di şadî û şînê hev du de dikin. Bi hev re jiyana oldarî yek ji xweştirîn spehîya sîma ye ku Kurdistanê wisa tê naskirin û bandoreka erênî li ser Herêma Kurdistanê di navdewletî de çê bûye û herdem di civaka navdewletî de hatiye nirxandin.

Konfederasyona Revenda Kurdistanî

KDC

FREE
VIEW