Sekreterê Komîteya Rêveber a Navenda Revenda Kurdistanî li Swêdê, serdana Balyozxaneya Macaristanê ya li Stockholmêkir û ji aliyê Balyozê Macaristanê ve hat pêşwazîkirin.
Roja şemiyê 22.04.2023 Dr.Şerwan Zindru sekreterêKomîteya Kargêrî ya a Navenda Revenda Kurdistanî li Swêdêserdana Balyozê Macaristanê li Swêdê kir û ji aliyê Andren Meller Balyozê Macaristanê li Swêdê ve hat pêşwazîkirin.
Di hevdîtinê de Dr.Şerwan behsa doza rewa ya gelê Kurd kir û piştre armanca damezrandina Konfederasyon û NavendaRevenda Kurdistanî li Swêdê eşkere kir.
Paşê balyozê Macaristanê behsa dîroka gelê Macaristanê ya ji bo azadiyê kir, ku di dîrokê de wekheviya têkoşîna neteweyaMacar û riya azadiyê bi gelê Kurd re dan ber hev.
Di dawiya hevdîtinê de her du aliyan tekezî li ser berdewamiya van serdan û hevdîtinan kirin û biryar dan ku di demeke nêzîk de semînarek ji bo zêdetir analîzkirina pirsaKurd û piştevaniya siyasî ya Macaristanê ji gelê Kurd re wereorganîzekirin.

