Li Rûsiyayêcivînek li ser Qetliama Şengalêhate li darxistin.


Di roja 11.08.2023´an de Konfederasyona Revenda Kurdistanê li Rûsiyaya Federal li bajarê Savrapolê, li jêr ala ya Kurdistanê konferansek li ser salvegera karesata Şengalê hat li darxistin.
Di konferensê de jenosîda li ser kurdên Ezdî hate şermezarkirin û şehîdên Şengalê û hemû şehîdên Kurdistanê hatin bi bîranîn.
Mijara duwem ya konferasê li ser 100 saliya peymana Lozanê ya dabeşkirina Kurdistanê ku kurd ji hemû mafên xwe hatin bêparkirin bû.
Civîn ji aliyê nûnerê Konfederasyona Revenda Kurdistanî Memê Mamoî ve hate vekirin û bi rêzgirtina şehîdan ve berdewam kir.
Berpirsê Revenda Kurdistanê li dîska Baregaha Barzanî Şîfa Barzanî bi riya Skype yê beşdarî beşdarî li civînê kir. Rêzdar Şîfa Barzanî, berî ku dest bi axaftina xwe bike suilavên germ yê serok Mesud Barzanî bo hemû kurdên Soviyeta berê ragîhand. Dûra li ser qetliyama DAÎŞ´ê li kurdên Ezdî li Şengalê û têkbirina rêxistina terorîst ya DAÎŞ´ê, axaftinek berhemdar pêşkeşî civînê kir.
Di dawîya axavtina xwe de bo amadekariya vê civînê, destxweşî li nûnerê Konfederasyona Revenda Kurdistanê li Soviyeta berê Memê Mamoî û ji bo spasiya berpirsê Beşa Pêyvendiyên Derve û Hevkariyê ya bajarê Stavrapolê Svytoslav Sergevich kir.
Civîn bi beşdaran ve li ser amadekirina du nameyan berdewam kir biryar hate dayin ku nameyek ji Sekreterê Giştî Rêxistina Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres û nameyek jî ji serokê parlamentoya Federasyona Rûsyayê Vyacheslav Vîktorvich bê şandin.Beşdarên civînê ji nivîskar, şaîr, doxtor û akademîsyenan pêk hatibû.
Nameya ku ji ji serokê parlamentoya Federasyona Rûsyayê Vyacheslav Vîktorvich hate şandin., tê de daxwaz hate kirin ku qetliyama Şengalê li dijî kurdên Ezdî wek ji aliyê parlamentoya fedral ya Rûsyayê, wek jenosîd bê naskirin.
Nameya ku ji sekreterê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres, jê daxwaz hatiye kirin ku Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, li ser rewşa çareseriya pirsgirêka Kurdistanê tedbîrên bi bandor bigirin.
Pêvîste bê gotin ku di heman rojê de li kazakîstanê serokê komeleya Kurdê Kazakîstanê BERBANG û bi serkêşya serokê komeleya Berbangê Ezîzê Ziyo Bedirxan bi kurdê musliman re karesata Şengalê şermizar kirin û şehîdên Şengalê bi rêzdarî bi bîranîn. Bi heman helwetê li Kirgizîstanê li bajarê Bîskêk´ê ji aliyê Federasyona komeleyên Kurdên Navnetewî( a Soviyeta berê) biserokatiya Şêx Remezan bi kurdê musliman re karesata Şengalê şermizar kirin û şehîdên Şengalê bi rêzdarî bi bîranîn.

___

Agahdarî

KDC

Yewnanîstan : Bi tometa sîxûrtiyê lêkolînek li ser qaçaxçiyan dike

KDC

Navenda Rewanda Kurdistanî û sê rêxistinên din xwepêşandan kirin û peyamek hevbeş weşandin 

KDC
KDC

FREE
VIEW