Afrîn û binpê kirina mafê mirovan

Emer îsmayîl

Zêdeyî Salek bi ser dagîrkirina Efrînê re derbas dibe, bi sedan welatiyên Efrînê ji encamên êrîşa artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên alîgirê Tirkiyê li ser Efrînê hatin şehîdkirin birîndarkirin, xanî, avahî, jêrxaneya Efrînê û cihên dîrokî û pîroz hatin wêrankirin, bi sed hezaran miletê Efrînê derbider û koçber bûn. Herwiha di heyama vê salê de bi hezaran welatiyên Efrînê li destê mîlîşyayên çekdar û artêşa Tirkiyê hatin revandin, eşkencedan, malên û milkên xelkê hatin dizîn û talankirin, bi hezaran koçberên Ereb ên navçeyên din ên Sûriyê li şûna Kurdan hatin bicihkirin û proseya guhartina demokgrafî . Herwiha ji bilî zulm, zor û çewisandinê, bi rojane kiryarên teqîna bombeyan û pevçûnên di navbera grûpên çekdar de ên li Efrînê rû didin, ku ev yek bandoreke nerênî li ser derûniya miletê di Efrînê de mayî çê kiriye û tirs û hovê dixe dilê Efrîniyan.
Li ser vê rewşa niha li Efrînê heye, binpêkirin û tawanên bi ser miletê Efrînê de tên kirin, asoyên çareseriya rewşa Efrînê û vegera koçber û derbederan û karê pêwîst e li ser astê navxweyî û navdewletî bê kirin,
Tawanên li Efrînê dibin, tawanên şer û qirkirina xelkê me li Efrînê bûka Kurdistanê ji vê yekê ez dibêjim eger peymanek kurdî rast û rast çênebe dibin sîwana navduleti û bipiştgrrya serok Barzanî wê Efrin hîn berdewam be di guhertin û koçberê ye de jiber gû ev kiryarên li
Efrînê dibin, ev binpêkirin li gor yasa, rêkeftin û peymanên navdewletî digihin asta tawanên şer û tawanên qirkirina bikomî. Tevî ku rêxistinên navdewletî yên wek Human Rights Watch, Rêxistina Lêborîna Navdewletî û rêxistinên yasayî yên Kurdî gelek dosye û belgeyên van tawanan gihandin Sekreteriya Giştî ya Netewên
Ji aliyekî din ve, çalakî û rewşa komîte û encûmenên li Ewropa ava bûne, rengvedanek ji rewşa siyasî ya tevgera siyasî ya Kurdî ye, hîna pêwîstiya wê bi berpisatiyê, nehîştina nakokiyên partîtî û edolojî û yekrêziyê hene. Herwiha pêwîstiya me hemûyan bi yekxistina ked û karînan heye, ta bandorekê bikin û piştevaniya raya cîhanî ji bû Efrînê û hemû xelkê Kurdistanê yên bin êş û azaran de dijîn gelek peyuste peymanek rast navbera rnçmana niştimanî û PYD bilez dibin siha dewletên cîhanî û bi piştgirî û şewermendiya serok Barzanî da hinekî miletê kurd li Efrînê û Kurdistanê azad bike ij tawanên hîn jî mezintir bike .

KDC

FREE
VIEW