Navenda Revenda Kurd Serdana Komeleya Xwebûnê Kir

Şandeyeke Navenda Revenda Kurd li Almanyayê serdana Komeleya Xwebûnê li Bajarê Bonnê kir, piştî nîqaşkirina bername û xebatên navendê li ser pirsgirêkên neteweyî û niştimanî, Komeleya Xwebûnê daxwaza endambûnê ji navendê kir ku ew jî bi Navendê re beşdarî kar û bernameyên pêşerojê bibin.

Doh piştî nîvro, roja Yekşemê li bajarê Bonn a Almanyayê, Navenda Revenda Kurd serdana Komeleya Xwebûnê kir û guftûgo li ser hinek mijar û pirsgirêkên karên hevbeş kirin.

Di civînê de endamên navendê qala lidarxistina yekem kongreya li Hewlêrê, hengavên piştî damezrandina Konfederesyona Revenda Kurdistanî, kar û hevkariyê di çarçoveya projeya nîştimanî ya bo xizmetkirina diyasporayê kirin.

Komeleya Xwebûnê kêfxweşiya xwe bi vê serdanê diyar kir û serkeftina kongreya li Hewlêrê li navendê pîroz kir û hêviya serkeftinê ji wan re xwest. Pişt re jî bi qala bername û awayên xebata bi hev re hate kirin.

Di encamê de Komeleya Xwebûnê xwest bi awayekî fermî bibe endamê konfederasyonê û ev yek ji aliyê navendê ve bi germî hate pêşwazîkirin û civîn çend saetan berdewam kir.

KDC

FREE
VIEW