Di 27.08.2023an de Komela Aso li bajarê Hêrnê li Elmanyayê derçûna komek ji xwendekaran di warê zimanê kurdî de pîroz kirin û bawername li wan belav kirin, xwendekarên ku bawernameya lîsansê bi dest xistine hatin rêzgirtin û xelatkirin .
Di merasîmê de gelek rewşenbîr, siyasetmedar, nivîskar, saziyên civaka sivîl û komek hunermendên payebilind amade bûn
Peyama Serokê Konfederasyona Rewenda Kurdistanî birêz Şefa Barzanî ji aliyê endamekî ji komeleyê ve hat xwendin û silav û spasiyên xwe pêşkêşî rêveberên komeleya Aso kir û kar û xebatên wan di warê fêrbûna Zimanê kurdî pîroz kir.
Piştre merasîm bi danasîna zimanê kurdî û rola zimanê dayikê û fîlmeke dokumanterî hate danîşan û dest pê kir.
Her wiha hate xwiyanî rola zimanê kurdî di pêşketina şaristaniya kurdî de, û rola Mîr Celadet Bedraxan, ku tîpên latînî zimanê kurdî dewlemend kir.
Pişt re xwendekar hatin pîrozkirin, bawername hatin belavkirin û hatin xelatkirin. Hunermendan bi deng û awazên xwe yên xweş merasîm afirandin û xweş kirin.
Hêjayî gotinê ku di axaftina rêveberên merasîmê yên ji Komeleya ASO hate dubarekirin ku zimanê Kurdî sembola jiyanê û nasnameya gelê Kurd e.
Ku her sal di 15ê Gulanê de roja Zimanê Kurdî tê pîrozkirin û tê bibîranîn.





