Şîfa Barzanî bi namzedên kurd ên şaredariyên Norwêcê re civîya


Serpereştyarê giştî yê Revenda Kurdistanî li Baregeha Barzanî, li gel berpirsê Navenda Revenda Kurdistanî li Norwêçê, li gel namzedên kurd ên hilbijartinên şaredariyên Norwêcê yên partiyên cuda yên wî welatî civiyan.
Li bajarê Oslo yê li Norwêçê bi amadebûna Dr.Nordin Xoşnaw berpirsê Navenda Revenda Kurdistanî li Norwêçê û Serpereştyarê giştî yê Revenda Kurdistanî Şîfa Barzanî, pêşwazî li 25 berbijêrên kurd ên hilbijartinên şaredariyên Norwêjê kirin.


Barzanî, daxwaz ji namzedên kurd kir ku li şaredariyên xwe bibin balyozên Kurdistanê û qanûnên Norwêcê biparêzin, dostên kurdan zêde bikin û kurdan wek miletekî pêşverû nîşan bidin. Wî tekez kir ku divê kurd li welêt hewl bidin ku dostên xwe yên Norwêcî teşwîq bikin ku dengên xwe bidin kurdan da ku di hilbijartinên şaredariyan de bi ser bikevin.
Di hevdîtinê de her yek ji namzedan behsa proje û xebatên xwe kirin, eger di hilbijartinan de dengên pêwîst bi dest bixin û tekez kirin ku, ew ti carî nasnameya xwe ya Kurdistanî ji dest nedin.

___

New Roku Speakers Offer Sophisticated Audio for Smart TVs

kurdish dc

Nûnerê konfederasyon û navenda Rewanda Kurdistanî serdana ofîsa peywendiyên derve yên hikûmeta Herêma Kurdistanê kir 

KDC

31 Penaberên Iraqî Di Kamyonekê De Hatine Dîtin

KDC
KDC

FREE
VIEW