Serokê Navenda Revenda Kurdistanî li Brûkselê bi Wezareta Derve ya Flaman re civiya


Serokê Navenda Revenda Kurdistanî li Brûkselê li gel Berpirsê Ofîsa Wezareta Derve ya Hikûmeta Flaman û Şêwirmendê Peywendiyên Derve civiya û çend mijarên girîng gotûbêj kirin.
Roja duşemê 12.12.2023ê, Cehangîr Dolamarî Berpirsê Navenda Revenda Kurdistanî li Brûkselê, serdana Wezareta Derve ya Hikûmeta Flaman kir û li gel Berpirsê Buroyê û Şêwirmendê Karûbarên Derve civiya.


Di civînê de agahdarî li ser proje û bernameyên xebata Navenda Revenda Kurdistanî, danîna peywendiyên di navbera Wezareta Derve û Navenda Kurdên Diyaspora li Brukselê, rewşa penaberên Kurd û pirsgirêk û aloziyên ku li hember Kurdên diyaspora rû bi rû mane, hatin pêşkêşkirin. li Belçîkayê û di heman demê de, wan gotûbêj kir ku ew çawa dikarin van pirsgirêkan bi hev re ji holê rakin.
Hêjayî gotinê ye ku di dawiyê de hemfikir bûn ku hevdîtinên berdewam di navbera her du aliyan de bên kirin, ji bo pêkanîna çend pirojeyên cuda ku dê ji bo diyasporaya kurdî gelek sûdmend bin.

___

Di demeke nêz de wê li sînorê Ventîmîlya yê Îtalya û Fransayê navendeke koçberan bê vekirin   

KDC

Dr. Qasimlo li ber seferatxaneya Otrîşê hat bibîranîn

KDC

Navenda Rewanda Kurdistanî-Australya bi fermî destûra karkirina li wî welatî wergirtiye

KDC
KDC

FREE
VIEW