Webînarek li ser erk û mijara diyaspora û stratejiya neteweyî hate saz kirin

Amadekirin: Soran Hesen

Ragihandina Konfederasyona Revenda Kurdistanî webînarek ji bo Dr Baban Elyasî (Doktora li ser civaknasî û zanistên siyasî ya li Zanîngeha Cenevre) û Ferîdun Riza (Master li yasaya giştî û parêzerê şêwirmend) saz kir ku li amadekirin û pêşkêşkirina xanima (Şu’le Resul) birêveçû.

Êvariya şemiya rêkefta 13.07.2024 ragihandina Konfederasyona Revenda Kurdistanî bi amadebûna endamên federasyonê, navend, komele û rêxistinên ser bi Konfederasyona Revenda Kurdistanî û kesayetî û rewşenbîrên Kurd li hûndir û derve, webînarek ji bo Dr Baban Elyasî û Ferîdun Riza saz kir.

Mijara yekem ya webînarê di derbarê salên berê û dirustbûna rêxistinên niştimanî û civakiyên li diyaspora bû. Heman demê de ji bo çi kar û çalakiyên wan li fezaya giştî ya welatên nû nîştecîhbûnan da demkurt bûye? Gelo dirûstbûna Konfederasyona Revenda Kurdistanî wekî rêxistineke transnasyonal ji bo Kurdên diyaspora li welatên Rojava bûye rojeva diyar? Di destpêkê de Dr Baban pênaseyekî kurt li ser çemkê diyasporaya Kurd kir û her wiha qonaxên Revenda Kurdî ji bo çend beşek dabeş kir ku dabeşbûna cografî ya revenda Kurdî li ser kertên aborî û civakî navçeyên dabeşkiriyên Kurdistanê de rawesta. Heman demê hebûna revenda Kurdî li derve li destpêka sedsala bîstem û li gel gûhertinên navdewletî û serkutkarê rejîmên dagîrkerên Kurdistanê û serhildana şoreşan û qonaxên piştî şerê yekem û duyemê cîhanê behs kir.
Her wiha behsa rewşa serekiya koça bi kom ya piştî komkujî û jenosayd û bikaranîna çekên qedexekirî ya li ser Kurdan de kir ku sedemên serekî bûn ji bo wê hejmara zêdeya revenda Kurdî, bi taybetî piştî raperîna dîrokiya xelkê Kurdistanê û vekirina kêşeya Kurd û behs kirina li navendên navdewletî ku li gor amarek revenda Kurdî li navbera salên nohtan gelek zêde kiriye û eve jî pêgeha revendê li wan rewşan de baweriya neteweyî û nebûna kiyanekî serbixweya Kurdî û berçavrûnî ji bo nasnameya xwe ya neteweyî têkoşaye.

Li dawiya axaftina xwe de kêşe û giriftên revenda Kurdî şîrove kir, her wiha armancên revenda Kurdî û karkirina di derbarê lobî kirinê ku bandoreke siyasî dibe. Baweriya wî jî wiha bû kar li ser dîplomasiya kultûrî bê kirin bi wê pêgeha gelê Kurd li wî warî da dewlemende û dikare sûd jê werbigre.
Mijara duyem de Ferîdun Riza babeta (Li nêrîna bê dewletiyê ve çi helmetekî hişyariyê û agahdarbûn erke li ser take kesê Kurdê li derveyê welat)? behsa rewşenbîrî û nuxbeya profesyonaliya Kurdên diyasporayê kir ku dema wê yekêye navendên lêkolîniyên stratejiyê (Think Tank) ji bo berhemanîna hizra neteweyî bê damezrandin û pêgihandina nifşek li rojeva derveyê welat ya lobî kirinê pirsa serbixweyî pêş bixin.
Li vî warî de babeta xwe li ser çend beşek da dabeş kir, yek ji wan:
Bilind ragirtina pirsa neteweyî, ku li wê baweriyê da bû li rûyê zanistiyê ve xwe rewşenbîr bikin û hiştina ziman û edebiyata Kurdî û praktîzekirina kultûrî bi vekirina navendên rewşenbîrî û komele û navendên li van waran da. Heman demê de yekgirtina Kurdên derveyê welat û komkirina wan wekî çawa Konfederasyona Revenda Kurdistanî wê erkê girtiye ser milên xwe.
Rûnkirina dîroka rastîn û nasandina wan bi nifşa nû, ew jî li rêya sînema û karên hunerî û bîranîna helkeftên niştimanî û girîngî dana wan. Rêzgirtina li qewareya Herêma Kurdistanê, ew jî destberkirina kor û kombûnan û erkê revend li warî da. Her wiha pirsa peywendiya di navbera Kurdên derveyê welat û Herêma Kurdistanê ku pira van peywendiyan li ser asta take kesê Kurd bê zelal kirin.

Li dawiya axaftina xwe de behsa bîr û hizra neteweyî ya li rûyê dîrokî û destpêka serhildan û bandora wê ya li ser bîr û ramana neteweyî kir û balkişand li ser wê yekê ku bîra neteweyî li edebiyata Kurdî da ku ji Ehmedê Xanî ve destpêkiriye, her wiha li nav şoreşên Kurdan de şoreşa Şêx Ubeydulahê Nehrî wekî hilgirê bîra nasyonalîzmê nasand. Ewe jî behs kir ku paşê ev hizir li nav şoreşên din de cihê xwe vekiriye, her wiha bi girîngî ve behsa Dezgeha Lêkolînê ya li ser çemkê neteweyî û zimanê Kurdî kir û li asta demokratîk da şoreşa netewe bi pêgehekî dinê vê sedsalê da zanîn û gotineke Îsmaîl Beşikçî bi bîr anî ji bo pêdagîriya gotinên wî ku dibêje: «Bîr û ramana Kurdan ya neteweyî bê hêze, lê belê ji pêwîstiyê zêdetir berevaniyê li demokratiyê dikin», ewe jî bi navê serxistina bîra serbixweyî ku pêwiste zêdetir demokratî bîn.

Di dawiya webînarê de dergeha guftûgo û bîr û nêrînan hate vekirin û li gor pêwîst bersîvê li ser nêrîn û pirsiyaran hate dayîn.

___

SERSAXÎ

KDC

Hêzeke Hevbeş Ya Pêşmerge û Artêşê Tê Avakirin

KDC

Şîfa Barzanî: Serok Mesûd Barzanî giringî bi karê Konfederasyon û Dîasporaya Kurdî dide.

KDC
KDC

FREE
VIEW