Navenda Düsseldorf konferansa xwe encamda

 

Bi amadebûna Serokê Konfederasyona Revenda Kurdistanî, Navenda Revenda Kurdistanî – Düsseldorf, li bajarê Bochum ya Almanya konferansa normal û asayî ya xwe ya salane encamda.

Rêkefta 07.07.2024 bi amadebûna her yek ji Îsmaîl Kamil Serokê Konfederasyona Revenda Kurdistanî û Hewraman Elî Rofîq Cîgirê Serokê Konfederasyonê û Kovan Amêdî Sekreterê Konfederasyonê û Şêx Ceza Endamê Komîteya Şêwirmendiyê, konferansa Navenda Revenda Kurdistanî – Düsseldorf birêveçû.

Li heman demê de gelek ji wan federasyon û rêxistin û komeleyên ku endamên Konfederasyona Revenda Kurdistanî ne, wekî mîhvan têda beşdarbûn.

Di destpêka konferansê bi sirûda Ey Reqîb û rawestana ji bo ruh û giyanê pakê şehîdan destpêkir, piştî bixêrhatina beşdarbûyan, Serokê Konfederasyonê gotarek pêşkêş kir, paşê Abdulla Cindî Berpirsê Navenda Düsseldorf rapora navendê xwend, li raporê da behsa wan hemû kar û çalakiyan kir ku li sala derbasbûyî de encam dane.

Paşê ji bo ku keşûhewaya konferansê xweşiktir bê kirin her du hunermendên Rojava Zubêr Salih û xanima hunermend Cemîle, çend berhemekî hunerî ya xweşik pêşkêş kirin.

Di dawiyê de wekî dergehê berbijêrkirinê ji bo hilbijartina endamên desteya nû ya navendê hate vekirin û li proseyekî demokratîk da desteya nû hate hilbijartin ku ji van birêzan pêktê:
1- Abdulla Cindî
2- Gulistan Ernasî
3- Kurdistan Elî
4- Guhar Memo
5- Can Kurd
6- Yusra Zubêr
7- Êrîş Ehmed
Du endamên yedek
1- Mistefa Suleyman
2- Gulistan Suleyman

___

Sûdên Bisiklêtê (Duçerx)

KDC

Ji bo we hêjayan re webinarek li se rola mediayê li dar dixin

nusar1

Fransayê 272 Koçber Rizgar Kirine

KDC
KDC

FREE
VIEW