Fransayê Dest Bi Darizandina Du Kujerên Jina Cihû Kiriye

Yekemîn darizandina kesên ku bi kuştina tirsnak a cihûya pîr Mîrî Nol tên sûcdarkirin, dest pê kiriye. Ew cihûya pîr di sala 2018an de li Parîsê bi kêrê hatibû kuştin û bedena wê jî hatibû şewitandin.

Nûçegihanê Frans24 teqez kir ku tawanbarê sereke Yasîn Mihûb û Alex Kerîme ne ku her du jî bi pêkanîna vî sûcî têne tawanbarkirin.

Doz raya giştî ya Fransayê rakire ser pêyan û ji hêla lêpirsîneran ve wekî beşek ji êrîşên antî-Semîtîk hatiye pênasekirin.

Hêjayî gotinê ye ku heger her du tawanbar sûcdar derkevin wê rastî cezaya muebbetê bên.

KDC

FREE
VIEW