Bangewaziyek Ji Konfederasyona Revenda Kurdistanî

Em Bi Hev Re Bihêztir In.

Ji bo yekxistina gotar û stratejiya hevbeş, yekrêzî û hemahengiya Kurdên li derveyî welêt, navend, komele û federasyonên ku endam in, yekemîn kongreya damezrandina Konfederasyona Revenda Kurdistanî di 4-6 Berfanbara 2021an de li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê bi amadebûna Serokê Barzanî di atmosfereke demokratîk de saz kirin. Kongre cara yekem e ku Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê, Rûsyayê û Qefqasyayê, di bin alaya pîroz a Kurdistanê de û li Kurdistana azad kom kir û biryar da ku deriyê hevkarî, diyalog û hemahengiyê bo tevahiya rêxistin, komele, federasyon û kesayetên nîştimanî û wefadar veke, di bin sîwana alaya pîroz ya Kurdistanê de kom bike û zêdetir xizmeta tevgera revenda Kurdî û doza rewa ya gelê me bike û bibe pireke bihêz di têkiliyên li gel welat de. Ji ber hevxemî û dilsoziya me ya ji bo yekrêzî û hemahengî û bi hev re karkirin û pêşî girtin li belav bûn û cuda bûn û dabeşbûna revenda Kurd, em bang li hemû rêxistin, kesayet, komele û federasyonên dilsoz û Kurdistanî dikin ji bo diyalogeke nîştimanî û vekirî di rêya rêxistin û diyarkirina erkan û danîna bernameya hevbeş ji bo danîna planeke hevbeş:

1- Xebat û tekoşîneke cidî ji bo rêxistin û komkirina hemû dilsoz û welatparêzên li derveyî welat.

2- Rêkxistina kar û çalakiyên xwe di çarçoveya qanûnên welatên ku lê dijîn û dûrî karên li dijî qanûnê bin.

3- Ciwanan teşwîq bikin ji bo xwendin, pêşxistin û danîna mekanîzmeke guncav ji bo fêrkirina zarokên me li ser ziman, çand û dîroka neteweya me.

4- Danîna peywendiyên dostane bi revendên neteweyên din re.

5- Hewlên cidî bidin ji bo bi dest ve xistina dostan ji bo miletê me û bi mebesta piştgîriya nasandina genoside û tawanên ku li dijî gelê Kurdistanê hatine kirin.

6- Piştgiriya ezmûna Herêma Kurdistanê û parastina desthilata wê ya siyasî û destûrî.

Konfederasyona Revenda Kurdistanî

15.01.2022

KDC

FREE
VIEW