Li Ser Terorkirina Şerefkendî Navenda Revenda Kurd Peyamek Weşand

Navenda Revenda Kurd li derveyî welêt bi boneya şehîdkirina Dr. Sadiq Şerefkendî peyamek weşand û diyar kir ku kuştina serkirdeyekî weke Şerefkendî kiryareke tirsonek a dewleta Îranê ye û dûrî her nirxekî exlaqî û siyasî ye.

Îro ew roj e ku gelê Kurd kesekî wêrek, zana û karîzmatîk mîna Sekreterê Giştî yê Hizba Demokrata Kurdistana Îranê Dr. Sadiq Şerefkendî ji dest daye û tevlî karwanê nemiran bûye.

Şehîd Şerefkendî di 17.09.1992an de ji aliyê terorîstên Komara Îslamî ya Îranê ve, li Almanyayê hate şehîdkirin. Wek Navenda Revenda Kurd li derveyî welêt, em van kiryarên nemirovane şermezar dikin û ji hemû nirxên ehlaqê dûr dibînin. Em pêwîst dibînin ku behsa êrîşa Komara Îslamî ya li ser baregeh û navendên partiyên Rojhilatê Kurdistanê li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê bikin û em van êrîşan şermezar dikin. Divê Komara Îslamî baş fem bike ku partiyên Rojhilatê Kurdistanê nûnertiya gelê Kurd dikin û gelê Kurd bi firoke, bombebaran, êrîşên bi rokêtan natirse. Bijardeya herî baş a Komara Îslamî dê ew be ku dev ji dagirkeriya li ser Rojhilatê Kurdistanê berde û radestî gelê Kurd bike.

Wek dîrok îsbat dike ku wê gelê Kurd û şoreşgerên Kurd nifş bi nifş têkoşînê bidomînin, heta serkeftin û rizgariya axa pîroz a Kurdistanê. Rejîmên ku di demên berê de li dijî gelê Kurdistanê hemû rêkeftinên li dijî mirovahiyê ceribandin, di dawiyê de hatine tunekirin. Rojek dê axa pîroz a Kurdistanê vegere ser xwediyê xwe yê rastîn û gelê Kurdistanê dê qedera xwe diyar bike.

Em silavan ji ruhê pakê şehîd Şerefkendî û hemû şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê re dişînin.

Navenda Revenda Kurd li derveyî welêt
17.09.2021

___

Tahir Hewramî pêşwazîya grûpa dostanîya Kurd û Almaniya kir 

KDC

Konfederasyon Revenda Kurdistanî Civînek li Bajarê Mûnster lidarxist .

KDC

Qetliyama Dersimê Birînek Kûr e

KDC
KDC

FREE
VIEW