Navenda Revenda Kurd li Dusseldorfê ji bo bîranîna Referandûma Serxwebûna Herêma Kurdistanê merasîmek li dar xist û pişt re bi awayekî fermî ofîsa navendî li bajarê Dusseldorf a Almanyayê vekir.
Merasîma ku ji ber Coronayê sînordarkirî bû, tevî hin endam û nûnerên navendî yên ji navendên Belçîka û Hollandayê, komek ji şexsiyetên Kurd, malbat, kom û nûnerên Kurdan amade bûn.
Merasîm ji aliyê Endama Navenda Holandayê Şule Xan û endamekî çalak ê Navenda Revenda Kurd li derveyî welêt ve hate orgenîzkirin.
Destpêkê Kejal Derwêş û Hewraman Elî Tofîq di beşên xwe de bi kurtî qala damezrandin, çalakiyên navendê û projeyên pêşerojê kirin.
Di berdewama wê de çar kesayetiyên navdarên Kurdên başûr û bakûr û rojava û rojhilat qala referandûmê kirin û paşê merasîm bi mûzîkê xweştir bû û di dawiyê de guftûgoyeke vekirî bo xelkê hate kirin. Zêdetirî sê saetan berdewam bû.











