Rêxistina Gulan Dê Festîvalekê Ji Bo Helebceyê Lidar Bixin

Komek ji Kurdên Brîtanyayê dê festîvalekê bo danasîna çanda Helebceya Şehîd lidar dixin, komîsyoneke mezin a karên hunerî  wê li bajarê Portsmout projeyê birêve bibe. 

Li gorî daxuyaniya ku ji malpera Navenda Revenda Kurd re hatiye şandin, Gulan li gel berhemên nû yên hunermendên Kurd dê li pêşangeha li Portsmouth Katedral were danîn ku dê komîsyoneke mezin li ser xebatên hunerî were avakirin. Ev proje dê ji 14ê Cotmehê heta 3yê Mijdarê, di çarçoveya festîvala geştiyarî ya navneteweyî ya îsal de bi civaka Kurd a li Portsmouthê re were lidarxistin. Her wiha dê tevlî çalakiyên ku cil û bergên kurdî, muzîk û govenda Kurdî jî tê de beşdar bibin. 

Helebce: Di Rojên Zêrîn De

Beşek ji festîvala geştên navneteweyî

14 Cotmeh – 3 Mijdar 2021

Gulan kovarek di sala 2020an de li ser Helebceyê li Başûrê Kurdistanê weşand. Helebce bajarekî ku bi êrîşa çekên kîmyayî ya metirsîdar a sala 1988an hatiye wêrankirin, tê nasîn. Bi mebesta pîrozkirina dîrok, çand û bedewiya dewlemend a Helebceyê hate weşandin. Di belavokê de hevpeyvînek û gotarek li ser çanda Helebce û karê hunermendên herêmî hate kirin.

Berî sala 1988an Helebce bi xweşikbûn û çanda xwe navdar bû. Gulan û hevalên me bi hev re hevpeyvînek çêkirin, ku di çarçoveya festîvala geştiyariyê ya sala 2020an de, li ser dîrok, helbest û cilûbergên Helebceyê ku di formata kovarê de hatine weşandin, çend rêze nivîs li ser huner, şano, muzîk û sporê yên bajêr amade kirin.

Gulan niha vê materyalê bi berhemên hunerî yên nû yên hunermendên Kurd vediguhezîne pêşangeheke li Portsmouth Catedral, ku tê de komîsyoneke mezin a li ser xebatên hunerî yên nû xebatê bike û wê di nava Catedralê de bê avakirin. Ev proje dê di 14 Cotmeh – 3 Mijdara 2021an de di çarçoveya festîvala geştê ya navneteweyî ya îsal de bi civaka Kurd a li Portsmouthê re were lidarxistin û her wiha dê tevlî çalakiyên cilûbergên Kurdî, muzîk û pêşandanên govendê yên Kurdî jî tê de beşdar bibin. 

Em dixwazin derfetekê bidin dîasporaya Kurd da ku nasnameya xwe bidine nasîn û di nava raya giştî de çanda Kurdistanê belav bikin. Hişyarkirina Kurdên Portsmouthê jî armanceke me ye. 

Ji bo hûrgiliyên zêdetir yên derbarê pêşangehê da û ji bo sazkirina hevdîtinan an jî serdanên komî, ji kerema xwe e-mailê bişînin.

info@gulan.org.uk

___

Pisgirêkên çûdabûnê û berdana di nav bera Hevjînan de

KDC

SWÊD : Nûnerê konfederasyonê wê beşdarî 25 . salvegera pirtûkxaneya Kurdî ya li Stockholmê bibe

KDC

Bi Vîdeo: Navenda Revenda Kurdistanî Ji Bo 8ê Adarê Li Almanyayê Çalakiyek Li Dar Xist 

KDC
KDC

FREE
VIEW