Pisgirêkên çûdabûnê û berdana di nav bera Hevjînan de

Li bajarê Bochumê li Elmanyayê di 23.8.2023 yan de Komela Ronak bi serperiştiya Xanim Xunav Haco komxebatek bi navê Cudabûn û berdana nav jin û mêr û Bandora wê li ser Malbatê li dar xist û bi mêvandarîya parêzera Almanî (Jutta kassing).
Rûniştin
hate danişîn bi Sê zimanan Elmanî, Kurdî û Erebî hate pêşkêşkirin û bi amadebûna Komek ji rewşenbîr û kesên zana.
Di danişînê de li ser hin xalên bingehîn ên têkiliyî û pirsgirêkên di navbera hevjînan de û bandora wan li ser derûniya zarokan rawestîn. Parêzer di axaftina xwe de bal kişand ser rêjeya berdanê di civaka Almanyayê de û li cem dîyasporayê. Û li ser mercên asayî sekinî
Herwiha deriyê pirs û destwerdanan re hate vekirin.Xatûn Haco di axaftina xwe de bal kişand ser rêzgirtina yasayan û rêzgirtina ji welatê ku civakê diparêze û pêşkêşî wan dike. Hemû şert û mercên jiyanê di jiyana wan de Amadevanan her wiha dan û standina êş û azarên jina Kurd ên beriya penaberiyê li welatên dîasporayê kirin, û ku ew bi kevneşopî û Westiyaye civaka rojhilat ve girêdayîye û ji mafên wê bêpar maye û ya Alman mafê azadiya kesayetî de wê bi wekheviya mêran re dan ber hev
Hêjaye gotinê ku bandora veqetîna di navbera dê û bavan de li ser zarokan hate guftûgokirin, her wiha xema zimanê dayikê û xwedîderketina li zarokan ku bi zimanê xwe biaxivin.

KDC

FREE
VIEW