Swêd Wê Penaberên Sûcdar Dersînor Bike

Hikûmeta Swêdê ji 2ê Tîrmehê û vir ve li ser pêşnûmeya dersînorkirinê ya ji bo penaberên ku sûcan dikin dixebite û tê payîn ku salane 200 penaber bên dersînorkirin. Li aliyê din muxalefeta welat piştgiriyê dide vê projeyê û bang dike ku her penaberek bi 14 salan bên cezakirin.

Wezîrê koçberiyê Andiş Igman di civîna çapemeniyê de got ku ev pêşnûme dikare zêdetir sûcdarên ku ev demeke dirêj e li Swêdê dijîn û ne welatiyên Swêdê ne dersînor bike. Di navbera salên 2015-2019an de 677 penaberên ku li Swêdê sûc kirine hatine dersînorkirin.

Li hin deverên Swêdê ku piraniya wan penaber in sûc zêde bûne.

Li gorî lêkolîna ji aliyê Komîsyona Lêpirsînê ve hatiye kirin, hikûmetê pêşniyareke qanûnî amade kiriye û tê texmînkirin ku hejmara kesên ji ber sûcê hatine dersînorkirin herî kêm ji sedî 30 zêde bike.

Her penaberekî ku berî niha bi salekê hatibe cezakirin û piştî qedandinê, wê ew bihata dersînor kirin lê niha Hikûmeta Swêdê pêşniyar dike ku daxe 6 mehan.

___

Zagros Xerîb: Ez kêfxweş im ku pêşkêşvanê Kongreya Konfederasyona Revenda Kurdistanî bûm

KDC

Dîroka Vegera Koçberên Iraqî Diyar Bûye

KDC

Cureyên mafên penaberiyê yên li Elmanyayê 

KDC
KDC

FREE
VIEW