Peyamek ji Navenda Revenda Kurd li derve

Navenda Rewand a Kurd li derve, sersaxiyê li malbatên serbilindên pênc pêşmergeyên leheng ên ku ji aliyê PKK’ê ve hatibûn şehîdkirin dike. Mixabin careke din me bihîst êrîşeke din a ne rewa ya çekdarên PKKê ku êrîşî ser hêzên pêşmerge kirin. Ew hêza pîroz a pêşmergeyan ku di şerê parastina ax û welat de gelek qurbanî dan, li şûna cîhanê karî hêzên reş û tarî yên terorîstên DIŞIê bişkîne û rûyekî neteweyî yê xweşik û rûpeleke zêrîn ji dîroka gelê me re çêbike û bibe cîhekî pîroz li seranser cîhanê.Êrîşa PKKê êrîşeke ne rewa ye bo ser desthilatdariya Herêma Kurdistanê û armanca vê pîkolê jî ji bilî xizmetkirina rasterast bo dijminên gelê me û di heman demê de hewleke namerdane ye bo vekêşana hêzên pêşmerge yên Kurdistanê bo nava şerekî nexwestî û behane dan e artêşa Turkiyeyê bo zêdetir dagîrkirina axa Herêma Kurdistanê. Ji ber vê yekê em daxwaz ji serkirdayetiya PKKê dikin ku şer li Herêma Kurdistanê dernexin ji ber ku ev yek ji bo nifûs, jîngeh û Herêma Kurdistanê xesareke sereke ye. Divê PKK û Tirkiye şerê xwe ji Herêma Kurdistanê dûr bixin da ku jiyan, debar, ji nû ve bê avakirin û aştî vegere bi sedan gundên ku bi van destwerdanan hatine terikandin û wêrankirin. Em ji nivîskarên bi wîjdan û dilsozên netewe daxwaz dikin ku berevaniyê li rewayî û desthilatdariya Herêma Kurdistanê bikin ku berhemê têkoşîn û qurbanîdana dehan salan e. Daxwaz ji serkirdayetiya PKKê dikin ku êdî Herêma Kurdistanê neke qada şer û nakokiyên ligel Tirkiyeyê çareser bike û diyalogeke neteweyî û Kurdistanî hilbijêre. Bijî Kurd, Bijî Kurdistan. Navenda Revenda Kurd li derve

KDC

FREE
VIEW