Mamosteya Zimanê Kurdî Zara Mihemedî Hate Girtin

Çalakvan û mamosteyeke Kurd ku hefteya borî cezaya girtîgehê lê hatibû birîn, hatiye girtin.

Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan Hewgawê, îro di saet 15:00an de, Zara Mihemed a mamosteya zimanê Kurdî û berpirsa encumena Ferhenga Civakî ya Nojînê hate girtin û ew şandin Girtîgeha Jinan a Sineyê.

Zara Mihemed (30) berpirsa encumena Ferhenga Civakî ya Nojînê berî niha ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li gel du endamên din hatibû desteserkirin lê piştî heft mehan ku 700 milyon Tuman hate dayîn heta dema biryara dadgehê hatibûn berdan.

Mamosteya zimanê Kurdî sala borî bi tawana avakirina kom û grûpên dijî ewlekariya neteweyî ya Îranê, ji aliyê şaxê yekem ya dadgeha Sineyê ve 10 sal cezaya girtîgehê lê hatibû birîn. Tawana ku li Zara Mihemed hatibû kirin jî tenê endambûna Civata Nojînê bû.

Ceza di Cotmeha sala 2020an de ji aliyê şaxa çaremîn ya Dadgeha Temyîzê ya Sineyê bi serokatiya dadger Mistafa Teyarî ve 5 sal hatibû kêmkirin.

Dadgeha Bilind a Îranê daxwaza parêzerên Zara Mihemedî ya ji bo lêkolînkirina vê dozê qebûl nekiribû û di rojên dawî de Serokê Daîreya Edaletê ya Sineyê Huseyîn nehiştibû xala 477an di dozê de bi cih were anîn.

Zara Mihemedî 10 sal in li gundên derdora Sineyê û li bajarê Sineyê dersa Kurdî dida. Berî 6 salan ew yek ji damezrînerên Rêxistina Ferhenga Civakî ya Nojînê bû û piştre bi dengê giştî yê endamên rêveberiyê weke seroka rêxistinê hatibû hilbijartin.

KDC

FREE
VIEW