Koçberekî Kurd Qala Şandina Koçberan Bo Ruandayê Dike

Beriya niha bi du hefteyan, Qraliyeta Yekbûyî (UK) îmzekirina peymanek bi Ruandayê re kir ji bo penaberan bişîne Afrîkayê, ev yek jî hewldana ji holê rakirina hewldanên ji bo derbaskirina penaberên ji bakurê Fransayê ye. Ekîbeke çapemeniyê çû Kalasê û koçberan li ser vê biryarê xemgîniya xwe anîn ziman, lê hin kes hîn jî bi biryar in biçin Brîtanyayê. Hin ciwan ji ber vê biryarê matmayî man: “Çima me dişînin Afrîkayê? “Em nizanin ew welat li ku derê ye jî.”

Bê deng, laşên westiyayî bi çavên xew li ser riya biçûk li qeraxa Kalasî ya Bakurê Fransayê disekinin, xortekî lawaz bi du şûşeyên avê dimeşe û Xalid û hevalên xwe li benda yekî ne da ku tuwaletê ji wan re peyda bike.

Çavlirêbûn beşeke girîng a jiyana rojane ye li kampên Kelasê yên ne fermî ne, nêzîkî 1500 koçber li benda alîkariya xwarinê ne ji xêrxwazan û herweha li derfeteke guncaw digerin ji bo derbasbûna Brîtanyayê, ev bendewarî dijwartir bûye ji dema ku Brîtanyayê di 14’ê Nîsanê de ragihandibû ku peymanek îmze kiriye da ku penaberan bişînin Rojhilatê Afrîkayê.

Me dev ji hewildana zanîna zêdetir berda.

Xalid (22) di nava komeke ji 20 ciwanên Sûdanê de disekine û dibêje, “Em li agahiyên nû yên vê peymanê digerin û piştî ku me bihîst me hewl da bi qemyonê derbasî Brîtanyayê bibin. Em li bendê ne ku bizanik dê bişînin Ruandayê yan na.”

Dema ku pirsên ciwanan li dû hev tên, bêdengî dişike û nerazî ne ji vê biryarê. Ew ji malpera koçberiyê re dibêjin: “Me hemûyan ji Îtalyayê derbas kir, an Malta, li wir me pencemorên xwe qeyd kirin, tu tişt nîn e. Em dixwazin li Brîtanyayê jiyanek nû bidin destpêkirin.”

Li binê ezmanên ewr ên Kalasê û bayê sar, koçber di rewşeke nebaş de dijîn û gelek caran berî derbas bibin çend mehan dimînin.

Ez nizanim Ruanda li ku ye.

Îbrahîm Kurdekî ji bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê ye, nêzî mehekê berê hatiye Kalasê û du hewldan ji bo derbaskirina kanalê kirin, lê bi ser neket, dest ji hewldana derbaskirinê berda û got: “Ez ji Peymangeha Werzîşê mezûn bûm û dixwazim biçim Brîtanyayê da ku li wir bixebitim, lê paşerojek li Afrîkayê tune ye.”

Wî got “Eger Brîtanya di dawîyê de dixwaze me dersînorî Iraqê bike, çima me dişîne welatê Afrîkayê, ku ez nizanim li ku derê ye.”

Dibe ku Îbrahîm di dawiyê de plana xwe biguherîne û biçe Almanyayê.

Alaadin xortekî Sudanî ye ku bawer dike ku vegera li Afrîkayê ji bo wî ne vebijêrk e. “Em li ser vê peymanê matmayî man. Heta ez nikarim bifikirim ku çawa me dişînin Rwandayê, ku şahidî ji jenosîdê re kiriye. Ez bawer nakim ku ew welat ewle be û ez nikarim xeyal bikim ku li wir bijîm. “Ez ji pevçûn û pirsgirêkên aborî yên eşîran reviyam û piştî her tiştê min ji bo xwe bigîhînim vir dê me bişînin Ruandayê.” Belê heta niha jî ev genc nizanin ka dê çi bikin heger desthilatdarên Brîtanyayê vê biryarê bi cih bihînin.

Heke me bişînin Ruandayê jî em dê dîsa dev ji ceribandinê bernedin.

Li Navenda Resepsiyona Roja Katolîkî ku wek tekane cihê pêşkêşkirina penaberên westiyayî xuya dike, Thomas û Jimmy yê Sudanî bi cilên stûr li qadê rûniştîne dema ku hin ciwan futbolê dilîzin.

Thomas bi dengekî nizm got: “Bêguman me peymana bi Ruandayê re bihîst, lê ew ê hewldanên me yên derbasbûna Brîtanyayê sar neke.” Tomas ê 24 salî ku 8 meh in li Kalasayê ye, hê jî bi biryar e ku derbas bibe û got: “Ez natirsim biçim Ruandayê. Em ê biçin Brîtanyayê.’’

___

Navenda Revenda Kurdistanî Li Brîtanyayê Wê Li Pêşiya Sefaretxaneya Îranê Xwepêşandeke Bikin 

KDC

Navenda Rewanda kurdistanî û Rêxistina Kanga wê dawiya sala dibistana Emîn Baldar pîroz bikin  

KDC

konferansa Taybet

KDC
KDC

FREE
VIEW