Konfederasyona Revenda Kurdistanî li peyamek da, ku pêşkêşî Kurdên li nîştecihê welatê Danîmarkayê kiriye, ji bo hilbijartina Parlemena Yekîtiya Ewrûpa dengên xwe bidin Barîkan Îsmaîl. Ewe jî bi navê Kurd û Kurdistanê da ku Kurdekî bibê Parlementerê Yekîtiya Ewrûpayê.


Baveroka peyamê:
Hemû Kurdên Kurdperwerên nîştecihê welatê Danîmarkê agahdar dikîn ku Barîkan Îsmaîl xanima Kurdekî nîştecihê Danîmarkaye û berbijêre ji bo Parlemena Yekîtiya Ewrûpayê.
Wekî Konfederasyona Revenda Kurdistanî daxwazê ji we dikîn ku bi navê Kurd û Kurdistanê dengên xwe bi wê bidin da ku li vê hilbijartinê da serbikevê û bibê Endama Parlemena Yekîtiya Ewrûpayê. Em hêvîdarîn hemû Kurdekî dilsoz û Kurdperwer vê daxwaza me bi cîh bînin.
Konfederasyona Revenda Kurdistanî