Konfederasyona Revenda Kurdistanî li peyamek da ku pêşkêşî Kurdên diyasporayê dike, daxwaz dike ji bo hilbijartina Parlemena Yekîtiya Ewrupayê dengên xwe bidin bi berbijêr û kandîdên Kurdan, ewe jî bi navê Kurd û Kurdistanê ku zêdetir Kurd bibin Parlementerên Yekîtiya Ewrupayê.


Eve jî naveroka peyamê ye:
Hemû Kurdên Kurdperwerên diyasporayê agahdar dikîn ku hewl bidin û dengên xwe bi wan berbijêr û kandîdên Kurdan yên ji bo Parlemena Yekîtiya Ewrûpayê bidin. Wekî Konfederasyona Revenda Kurdistanî daxwazê ji we dikîn ku bi navê Kurd û Kurdistanê dengên xwe bidin wan bi berbijêr û kandîdên Kurdan, da ku li hilbijartina Parlemena Yekîtiya Ewrûpayê de serbikevin û bibin Endamê Parlemena Yekîtiya Ewrûpayê. Em hêvîdarîn hemû Kurdekî dilsoz û Kurdperwer vê daxwaza me bi cîh bike, ji ber ku hindî Kurdên dilsoz bibin Parlementerê Yekîtiya Ewrûpayê, ewqas ji bo doza rewaya Kurd û Kurdistanê başe.
Konfederasyona Revenda Kurdistanî