35´e mîn Salvegera Terorkirina Dr. Abdulrehman Qasimlo û Ebdulla Qadirî Azer de wan bi rêz û hurmet bi bîrtînin.

35´e mîn Salvegera Terorkirina Dr. Abdulrehman Qasimlo û Ebdulla Qadirî Azer de wan bi rêz û hurmet bi bîrtînin.
35 sal berê li paytexta Nemsa li Vîennayê bo çareserkirina pirsa Kurdistanê û avakirina aşîtiyê bi dîplomatên Îranê û bi rêberê HDK-Îran Dr. Ebdulrehman Qasimlo û kadrê hizbê Ebulla Qadirî Azer de rûniştinek pêk hat. Mixabin armanca Îranê ne pêkanîna aşîtî bû, bi rîya dîplomatên xwe yên terorîst li ser mêza aşitiyê Dr. Qasimlo û Ebdulla Qadirî terorkirin.
Îran, bi terorkirina Qasimlo ve xwest xebat û tekoşîna adaziyê ya gelê Kurd li Rojhilata Kurdistanê bitemirîne. Bes weha nebû, doza azadîxwaziyê li rojhilata kurdistanê germtir û geştir bû.
Di roja 13 Tîrmeh´ê li çendîn welatên Ewrûpa û Amerîkayê bo şermezarkirina terora Îranê li ser gelê kurd xwepêşandan tên li darxistin. Konfederasyona Revenda Kurdistanî, daxwaz ji hemû Federasyon, Navend û Komeleyên endam dike ku beşdarî li wan xwepêşandanên şermezarkirina terorên rejîma Îranê bibin.
Konfederasyon Revenda Kurdistanî
11.07.2024

___

Hêzên Îranê Teqe Li Kurdekî Kirine

KDC

Talîban Helwesta Xwe Ya Bo Serokê Reviyayî Yê Afganîstanê Aşkere Kir

KDC

Rêya Çareserkirina Zihabûna Çavan

KDC
KDC

FREE
VIEW