Pêşbîniyên Ofîsa Koçberiyê Ya Swêdê Li Ser Penaberan

Daîreya Koçberiyê ya Swêdê, li bendê ye ku welat di navbera salên 2021-2022an de kêmtir penaberan werbigire û destnîşan kir ku qanûna nû ya penaberiyê wê bandorê li biryarên tên kirin bike.

Wan li ser guhertinên di qanûn û rêziknameyan de destnîşan kirin ku di pênc salên borî de lêkolîna dozên din tevlihev kirine, ku bandorli ser karîgerîya danûstendinê heye.

Ew çaverê dikin ku hejmara penaberan îsal bigihêje 12.000 kesan û ji bo sala bê jî wê bigihêje nêzîkî 16.000 kesan. Di heman demê de ew çaverê dikin ku hejmara Afganiyên ku serlêdana penaberiyê dikin wê di salên pêş de zêdetir bibin.

Her wiha ew li bendê ye ku hejmara ruxsetên kar derkeve 92 hezaran, bi vê yekê hejmara biryarên dirêjkirina destûra niştecihbûnê heta 31 hezarîan, moleta nîştecihbûna xwendinê bo 25 hezar kesan bilind dibe, serlêdana hemwelatîbûnê 76 hezar e.

KDC

FREE
VIEW