Konfederasyona Revenda Kurdistanî (KDC) bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê peyamek weşand û diyarkir ku konfederasyon bi wekheviya jin û mêr di asta herî jor a rêxistinî de ev hevsengiya xwe parastiye.
Teksta daxuyaniyê:
Daxuyaniya Konfederasyona Revenda Kurdistanî bi boneyaRoja Jinên Kedkar ên Cîhanê
Jinên têkoşer û parêzvanên mafên mirovan
Pêşengên azadî û wekheviyê ne
Bi boneya vegera 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, li ser navê hemû têkoşerên Konfederasyona Revenda Kurdistanî, em bi germî li jinên cîhanê bi giştî û bi taybetî jinên kurd pîrozdikin.
Konfederasyona Revenda Kurdistanî giringiyeke mezin didepêgeh û rola jinan di civakê de û her sal bi çendîn çalakî û merasîmên taybet pêşwaziya roja cîhanî ya jinan dike.
Li ser vê bingehê û bi berçavgirtina girîngiya hebûna jinê di postên siyasî û civakî de, Konfederasyona Revenda Kurdistanîbi tevlêkirina jin û mêr wekhev û li ser esasê edalet û merîfetêev hevsengî di asta xwe ya rêxistinî ya herî bilind de parastiye.
Konfederasyona Revenda Kurdistanî bi awayekî xurt bi maf û azadiyên jinan bawer e û bi gelek awayên piştgirîyê xwe beşekji vê têkoşînê dibîne.
Bi vê minasebetê em bang li hemû rêxistin û navendên jinanên girêdayî Konfederasyona Revenda Kurdistanî dikin ku ji bo wekheviya jin û mêran hewl bidin û hewl bidin ku urf û edetênxerab ên ku dagirker û dijminên Kurdan li ser gelê Kurd ferzkirine rast bikin.
Hezkirina jiyanê û şaristaniya qedîm a miletê me bûye sedemasereke ya hewldanên dijminên kurdan ji bo asîmîlekirinakurdan û nirxên bilind ên civaka kurdî.
Sinordarkirina azadiyên siyasî û civakî yên neteweya me jialiyê dijmin û dagîrkerên Kurdistanê ve, bûye sedemek din a pêşneketina civaka Kurd di pirsên civakî bi giştî û jinan bi taybetî. Ji ber vê yekê bi dîtina me civakek wekhev, mirovahîû bextewar dê derkeve holê dema ku maf û azadiya jinê bi tevahî were misoger kirin.
Bijî ala wekhevî û azadî
8´ê Adarê roja jinan ya Cîhanî pîroz be!
Îsmaîl Kamil
Serokê Konfederasyona Revenda Kurdistanî