Zêdetirî 680 koçber gihîştine girava Lambdoz a Îtalyayê.
Çapemeniya Îtalyayê ragihand ku 686 koçberên qaçax ku di nav de Sûriyeyî, Fasî, Bangladeşî û Misirî jî hene, jin û zarok jî di nav de bi rêya Lîbyayê xwe gihandine girava Lambdoz a Îtalyayê û rayedarên herêmî tiştên pêwîst li wan belav kirine.
Li girava Lambidoz a Îtalyayê, ji bo koçberên ji deryayê xwe gihîştandine wir, kamp hatine avakirin.