Daxuyaniya eniya hevkariya rêxistinên Kurdistanê ya li ser kuştina Jîna Emînî ji aliyê rejîma Îranê ve

Kurdistaniyên hêja!

Saziya Neteweyên Yekbûyî!

Civaka cîhanî û navdewletî!

Di berdewamiya tawanên hovane yên rejîma dagirkar a Îslamiya Îranê de li dijî xelkê Kurdistanê û netewa Kurd bi taybetî li Rojhilata dagirkirî, Kurdistaniyek bi navê Mehsa Emînî naskirî bi Jîna 22 salî xelkê bajarê Seqizê bûye qurbaniya siyasetên gemar ên vê rejîmê.

Xanima Jîna, êvara sêşemiyê 13ê Septembera 2022an ji aliyê hêzên naskirî bi Irşada Îslamî ya rejîmê ve li Tehranê rastî bêrêzîkirin û lêdanê hat û pişt re hate girtin û ji bo navendeke wan hêzan hate veguhestin.

Pişt re di encama lêdanê de û herwisa givaşa nemirovane ya wan hêzên rejîma Îranê ji bo ser xanima Jîna, rewşa tendirustiya wê têk çû û ji bo nexweşxaneya Kesra li bajarê Tehranê hate veguhestin. Tevî wê jî hêzên tepisîner û serkutker ên rejîmê dev ji wê û malbata wê bernedan û çavdêriya wan dikirin.

Piştî 3 rojan wate roja 16ê Septembera 2022an Jîna li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da û bû qurbaniya siyasetên rejîma dagirkar a Îranê.

Xanima Jîna, yekemîn qurbaniya tawanên rejîma dagirkar a Îranê nîn e û bê guman qurbaniya dawiyê jî nabe. Beriya çend rojan jî li Merîwanê caşekî rejîmê xwestibû destdirêjiyê bike ser jinekê bi navê Şilêr Resûlî. Pişt re Şilêr xwe ji qata jorîn ya malê avêt ji bo ku xwe ji destdirêjiyê rizgar bike lê belê mixabin jiyana xwe ji dest da.

Eniya Alîkariya Rêkxistinên Kurdistanî sersaxiyê dide malbatên Jîna û Şilêr û xwe hevxema wan dizane. Herwisa em nîgeriya xwe li hemberî berfirehbûna tawanên hovane yên rejîma dagirkar a Îranê û pîlanên wan ên metirsîdar li ser xelkê Kurdistanê tînin ziman.

Em ji aliyên navdewletî, rêkxistinên navnetewî, Saziya Neteweyên Yekbûyî, saziyên cîhanî yên mafên mirovan û ji civaka cîhanî û navdewletî dixwazin li hemberî kiryarên rejîma Îranê helwesteke ciddî nîşan bidin û êdî çavên xwe li wan tawanan negirin û bê deng nebin.

Herwisa em piştevaniya banga Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê dikin ku dixwaze roja duşemiyê 19ê Septemberê, Rojhilatê Kurdistanê bikeve gireva giştî.

Eniya Alîkariya Rêkxistinên Kurdistanî ji van saziyan pêk tê:

_ Navenda Çiwrbax
_ Navenda Nivîskarên Kurd
_ Saziya Cîhanî ya Kurd
_ Sayiza Gilêne
_ Navenda Rewenda Kurdistanî – li Norwêjê
_ Navenda Rewenda Kurdistanî – li Almanya
_ Navenda Rewenda Kurdistanî – li Berîtanya
_ Konfederasyona Rewenda Kurdistanî
_ Konfederasyona Komeleyên Kurdî li Swîdê

Eniya Alîkariya Rêkxistinên Kurdistanî

17ê Septembera 2022an

KDC

FREE
VIEW