Piştî Mayîna 20 salan, Swêd Wê Malbateke Kurd Dersînor Bike

Mevan û Cîhan du hevjînên Kurd ên Başûrê Kurdistanê ne ku 20 sal in li Swêdê dijîn, du zarokên wan hene û li wî welatî ji dayik bûne. Dadgeha Koçberiyê biryar daye ku wan vegerînine Iraqê.

Mêvan aniye ziman ku zarokên wan qet neçûne Kurdistanê, kesî li wir nas nakin û ew nikarin bi Kurdî jî bi başî biaxivin.

Hêjayî gotinê ye ku malbata Kurd 11 sal in mafê mayîna li Swêdê wergirtine lê belê mafê mayîna bi heta hetayî nehatiye dayîn û pişt re mafên wan ên demkî jî ji destê wan hatiye girtin.

___

Civîna Komîteya Giştî Ya Konfederasyona Revenda Kurdistanî Hat Lidarxistin

KDC

Cerdevanên peravê yên Yewnanîstanê bi sedan koçber vegerandin Tirkiyeyê 

KDC

Li Jutlanda Danîmarkayê Navenda Revenda Kurd Hate Damezrandin

KDC
KDC

FREE
VIEW