Jiyana Girtiyê Kurd Di Metirsiyê De De

Rewşa tenduristiyê ya girtiyê siyasî yê Kurd Qadir Mihemedzade di roja 36an a greva birçîbûnê de ne baş e.

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê ragihand ku girtiyê siyasî yê ji Bokanê Qadir Mihemedzade di sala xwe ya 16. de hîn jî di girtîgehê de ye û ev 36 roj in di greva birçîbûnê de ye, rewşa wî ya tenduristiyê ber bi xirabbûnê ve diçe.

Li gorî çavkaniyekî, di girtîgeha Êzd de Qadir Mihemedzade ji ber greva birçîbûnê ya demdirêj tansiyona wî ketiye û beşeke mezin ji giraniya laşê wî kêm bûye û hevalên wî ji bo karên xwe yên bike alîkariya wî dikin.

Her wiha tê zanîn ku Qadir Mihemedzade ku di rojên borî de ji ber şert û mercên nebaş ên tendirûstiyê veguhestine girtîgeha Yezdê û heta niha tedawî qebûl nekiriye û ragihandiye ku heta daxwazên wî neyên kirin wê grevê berdewam bike. Rayedarên girtîgeha Yezdê ragihandine ku tu pirsgirêka wan bi mafê serbestberdana Qadir Mihemedzade tune ye ku ew li benda bersiva dozgerê Mahabadê ne. Dozger gotiye ku ew bi tawana dijberiya desthilata Îranê di zindanê de ye û divê mafê berdana wî neyê dayîn.

___

Navenda Revenda Kurd Webinarek Li Ser Tundrewiyê Lidarxist

KDC

Roja Ala li navenda Londonê hat pîrozkirin

nusar1

Trends that will affect local and global property investments

kurdish dc
KDC

FREE
VIEW