MÎTê Jineke Kurd Ya Parêzer Li Efrînê Revandiye

MÎT a Tirk li bakurê bajarê Helebê parêzereke Kurd revandiye û çarenûsa wê ne diyar e.

Li gorî çavkaniyan, navê parêzer Necah Omer e ku piştî Encûmeniya Niştimanî ya Kurd banga vegera şêniyên Efrînê kir ew jî vegeriya bajêr.

Parêzer li ser daxwaza Encûmenê vegeriya ku ev jî rê li ber revandina ji aliyê MÎTa Tirk ve vekir.

Parêzer Necah a 51 salî ku ji şêniyên gundê Kuwîre ya navçeya Raco a li bakurrojavayê Efrînê ye û çarenûsa wê ne diyar e.

Hêjayî gotinê ye ku revandina welatiyên Kurd li bajarê Efrînê rojane ji aliyê artêşa Tirk û çekdarên wê ve berdewam e.

___

Swîsre: Navenda Baselê konferansa xwe li dar xist

nusar1

27 Daişî li Hesekê hatin girtin

KDC

Roja Navneteweyî ya Penaber û Koçberan

KDC
KDC

FREE
VIEW