Amerîka: Li Sandîagoyê Navenda Rewanda Kurdistanî Hat Damezrandin

Di bin sîwana birêz Kurd de nûnerê Konfederasyona Rewanda Kurdistanî li Amerîka û Kanadayê bi awayekî fermî li Bajarê Sandiago yê Kalîforniyayê Navenda Rewanda Kurdistanî hat avakirin

Nûnerê konfedrasyona rewanda Kurdistanî piştî spasî û nirxandina dilsozîya rewanda Kurdistanî bi xêrhatina cemawer kir û behsa bername û projeyên neteweyî yên konfedresyona rewanda Kurdistanî bi giştî bi taybetî Amerîkaya Bakur û Ewropa û Rusiya kir

Rehîm Reşîdî ku bi birêz Kurd tê nasîn herwiha tekez li ser vê yekê jî kir ku navenda rewanda Kurdistanî ku weke navendeke serbixwe ya civakî bo xizmet kirina doza Kurdistanê kar dike hewl bo berhev kirina herî zêde dide û rêjeya Kurdistanê bo xizmet kirina doza me ya rewaye û di vê derbarê de jî bi bernameyan kar dike daku tevgera me bi awayekî nûjen sûdê ji derfetên qanûnî yên welatên rojava werbigire û li wan welatan çalak be

Piştî hingê cemawer ji bilî pêşwazîkirin û nîşandana kêfxweşiya xwe ya li hemberî damezrandina navenda rewanda Kurdistanî li herêma xwe, behsa kar û projeyên Konfederasiyon kirin û pêşnîyarên xwe bo birêvebirina bername û çalakiyên rewanda Kurdistanî li Amerîkayê guhertin

Di beşekî dinê evê dîdarê de Rehîm Reşîdî bersiva pirsên cemawer da û bi awayekî pozetîv û ji dil û can bîr û nerînên endamên rewanda kurdistanî şîrove kir

Paşî hîngê endamên navenda rewanda Kurdistanî-Sandiyago hat hilbijartin da ku xwe ji bo amadekarîya konferensa rawend amade bikin û herwisa bi rêberatî û pêşnîyarên konfedrasiyona rewanda Kurdistanî prosesên qanûnîyên navendî li bajêr encam bidin

Tîmê rêvebirê Navenda Rewanda Kurdistanî-Vancouver li Kanadayê ye:

1. Chenar Binavi

2. Roona Duhok

3. Kurdin Bazaz

4. Sîpal Ebdullah

5. Emad Şêrwanî

Çinar Binavî jî weke serokê Navenda Pêşvebirina Kurdistanê ya li Sandiyago hate hilbijartin

KDC

FREE
VIEW