Roja Navneteweyî ya Penaber û Koçberan


Li gorî îstatîstîkên dawî yên Komîsyona Penaberan a Neteweyên Yekbûyî, hejmara koçberên li gelemperiya cîhanê ji ber şer, şîdet û karesatên xwezayî hejmara rekorê destnîşan kiriye, ji roja Şerê Cîhanê yê Duyemîn û vir ve hejmara koçberan 100 mîlyon derbas kiriye

Bi tedbîrên welatên pîşesaz û dewlemend re ji bo pêşîgirtina li koçberan, bi taybetî koçberên îllegal, welatên xizan deriyên xwe li koçberan, gelek koçber û penaberan vedikin 

Li gorî îstatîstîkên UNHCR, Pakîstan weke mînak 1,5 mîlyon penaber wergirtine, Tirkiyeyê 3,8 mîlyon û Kolombiya jî 1,8 mîlyon penaber wergirtine. Ûganda ku welatekî xizan ê Afrîkayê ye, deriyên ku nêzî 1,5 mîlyon mirov ên ji şerê çekdarî yan jî ziwatiyê reviyane vekiriye 

Li Ewropayê, Elmanya tekane welat e ku hejmareke zêde ya penaberan wergirtiye, piraniya wan Sûriyeyî ne û nêzî hejmara ku ji aliyê welatên xizan ve hatine wergirtin, bi qasî 1,3 mîlyon e, tenê ji ber polîtîkaya însanî ya ji aliyê şêwirmenda berê Angela Merkel ve hat qebûlkirin, rê li ber koçberan vekir 

Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî di Kanûna 2000’î de biryar da ku 20’ê Hezîranê her sal bibe Roja Penaberan a Navneteweyî. Ev roja han ji bo cara yekem di 20 ê meha hezîrana sala 2001 de bi awayekî fermî li hemû cîhanê hat pîrozkirin 

Li gorî îstatîstîkên Komîsyona Penaberan di dawiya sala 2021’an de hejmara penaberan bûye zêdetirî 90 milyonî û piraniya welatan li Etiyopya û Burkîna Faso şîdet pêk hatiye. Myanmar, Nîjerya, Afganîstan û Komara Kongo ya Demokratîk di destpêka sala 2022’an de di encama dagirkirina Rûsyayê ya Ukraynayê de bi milyonan zêdetir koçber bûne 

Ewrûpî ji dawîya Şerê Cîhanê yê Duyem vir ve ev penaber nedîtine û nêzîkî 6.5 milyon Ukraynayî ji welatî derdikevin ku piranîya wan jin û zarok in û mêr jî li Ukraynayê jibo şer man û Neteweyên Yekbûyî texmîn dike ku heta dawîya salê hejmara penaber û penaberan li Ukrayna bibe 8.3 milyon . 

Soran Hesen

KDC

FREE
VIEW