Birîtanya çavdêriya elektronî li ser laşên penaberên neqanûnî datîne 

Piştî ku hikûmeta Brîtanya nekariye penaberan dersînor bike ji Ruandayê, London li penaberan digere, vê carê plan dike ku bi awayekî elektronîk çavdêrîya penaberên neqanûnî li kanala Brîtanî bike 

Birîtaniya dê dest bi pêkanîna ezmûneke nû ji bo koçberên ku bi dizî derbasî welat dibin bi rêya kenala Ingilîzî ku 24 demjimêran berdewam çavdêriya berdewam dike, ezmûna barkirina cîhazeke şopandina elektronîk li ser laşên penaberên neqanûnî 

Wezîrê navxwe yê Brîtanî dibêje ev rêyek e jibo ku têkilîya bi koçberan re winda nebe, dema ku li axa Brîtanî dijî û rêyeke metirsîdar avêtîye ser wî welatî 

Ev bizava hukûmeta Brîtaniya ya ku ji alîyê encûmena penaberan a Brîtaniya ve dihê rexnekirin, ew neqanûnî dibîne û parastin û qanûnên taybetîyên koçberan binpê dike.

“Ev biryar cihê şermê ye, dema ku penaber ji şer û zilmê direvin, lê weke sûcdar tên mûamelekirin 

Li gorî BBC’yê, tê payîn ku 7 penaberên di lîsteya dersînorkirinê de cih digirin, bibin yekemîn ku cîhazên şopandina elektronîk li bedena wan hatine bicihkirin. 

Tevî ku dadgeheke Brîtanyayê daxwazên hikûmetê yên ji bo sekinandina şandina penaberan û veguhastina wan ji bo Rûanda red kir jî, Dadgeha Bilind a Mafên Mirovan a Ewropayê di kêliya dawî de nehişt ev biryar bi cih were anîn

Soran Hesen

KDC

FREE
VIEW