Brîtanyayê 14 Sal Cezaya Zîndanê Daye Endamên Hamasê

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Priti Patel îro roja Îniyê ragihand, hikûmet hewl dide Hamasê wek rêxistineke terorîstî were destnîşan kirin.

Wezîr diyar kir ku hikûmet ji bo qedexekirina Hamasê dixebite, li gorî qanûna terorê ev jî tê wê wateyê ku her kesê ku piştgiriya xwe ji bo Hamasê nîşan bide, alaya wan hilde yan jî bi wan re hevdîtinan organîze bike, wê li gorî qanûnê bikeve lîsteya terorê.

Li gorî daxuyaniyên di rojnameya Guardian a Îngilîzî de hatin weşandin, hewldanên ji bo naskirina Hamasê weke rêxistineke terorîstî, wê di hefteya pêş de destpê bikin.

Li gorî planên nû, alîgirên Hamasê yên li Brîtanyayê wê bi 14 salên girtîgehê re rû bi rû bimînin.

Patel li Washîngtonê ji rojnamevanan re axivî û diyar kir ku ev tevger xwe dispêre gelek girêdanên îstîxbaratî û terorîzmê.

Em di wê baweriyê de ne ku em êdî nikarin aliyê leşkerî ji aliyê siyasî ve ji tevgerê veqetînin, ji ber ku Brîtanya niha tenê baskê leşkerî yê Hemasê qedexe dike ku bi navê Lîwayên Izedîn El-Qesam tê naskirin.

Berî niha Hamas ji alîyê Amerîka, Kanada û Yekîtîya Ewropa ve hatibû qedexekirin û wek rêxistineke terorîstî hatibû nasandin û bi ev tê wateyê ku dewlet dikare samanên wan desteser bikeû endamên wê li gorî qanûna terorizmê bêne zîndanîkirin.

___

Daxuyaniya Konfederasyon û Navenda Revenda Kurdistanê li hev civiyan 

KDC

Şaredariya Gothenburg Wê Sê Dibistanên Îslamî Ji Avahiyên Xwe Derxîne

KDC

Nûnerê konfederasyona rewanda Kurdistanê li gel rêvebirê karûbarên giştî yê balyozxaneya Iraqê li Waşintonê civiya 

KDC
KDC

FREE
VIEW