Rûsya Ûkraynayê Dagir Nake

Di hevdîtina Rûsya û Amerîkayê de li Cinêvê ku di asta cîgirên wezîrên derve de bû, Rûsan ji Amerîkiyan re piştrast kir ku tu planên wan ên ji bo dagîrkirina Ûkraynayê tune ne.

Cihgirê wezîrê derve yê Amerîkayê Wendy Sherman ragihand ku ev guftûgoyên ku tên kirin rasterast fişar in û armanc jê ew bû ku ewledarîya her du aliyan têk bibin.

Sherman dibêje şandeya Rûsî her wiha planên dagîrkirina Ukraynayê red kirine û diyar kir ku ew hêz rahênan û manevrayên leşkerî pêk tînin.

Her wiha destnîşan kir ku di dema manşêtên leşkerî de hişyarkirina hev normal e, ji cihê ku dikarin îsbat bikin ku niyeta wan a kêmkirina aloziyan û vegerandina hêzan li cihên wan tune ye.

Cîgirê wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov jî got ku Rûsan ji Amerîkiyan re tekez kir ku hemû proseyên perwerdeya leşkerî di nava xaka Rûsyayê de ne û tu sedem tune ye ku ji tu senaryoyekê bitirsin ku tevlihevî çê bibe.

Hêjayî gotinê ye ku ev civîna lûtkeya sêyemîn a di navbera Amerîka û Rûsyayê de li Swîsra ku dê wekî welatekî bê alî were lidarxistin, yekemîn civîna lûtkeya di navbera serokê Amerîkayê John Biden û serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn de li navenda Konsolosxaneya Amerîkayê li Cinêvê di Hezîrana sala borî de pêk hatibû.

KDC

FREE
VIEW