Koreya Bakur Du Fuzeyên Balîstîk Ceribandine

Artêşa Koreya Bakur doh ragihand ku fuzeyeke ji dengek leztir, li ser biryara Serokê Koreya Bakur Kim John Ung ve li ser deryayê ceribandineke balîstîk kirine.

Koreya Bakur di hefteyekê de cara duyemîn e mûşekên balîstîk diceribîne û ev yek jî ji civaka navneteweyî û bi taybet Amerîka û Japonyayê ditirsîne. Rayedaran diyar kirine ku ceribandina moşekan gefan li aramiya herêmê dixwe.

Fermandeyê Emerîkî li herêma okyanûsa Hindî ragihand û goy haya wan ji bernameyeke wiha heye û wan bi dost û hevpeymanan re hevahengî kiriye. Di daxuyaniyê de ev tişt jî hate gotin: “Tevî ku nirxandina me nîşan daye ku ev bûyer ji bo Amerîkayê û hevalbendên me ne tehdîdeke rasterast e, lê ceribandina moşekên balîstîk wê bandorê li ser bêîstiqrarî û tevliheviya herêmê bike.
Di derbarê vê yekê de Wezareta Parastinê ya Japonyayê jî ragihand ku moşek ber bi armanca xwe yê asayî ve neçûye û zêdetirî 700 kîlometreyan derbas kiriye.

KDC

FREE
VIEW