Rêxistina Doktorên Sînornenas Ji Polonyayê Derketin

Ji ber astengkirina xwegihandina koçberan, doktorên sînornenas sînorê Polonya-Rûsyayê terikandin.

Piştî çend hewildanên rizgarkirina koçberan ji daristanên sînorî yên navbera Polonya û Belarûsê, tîma diktorên bê sînor biryar da ku ji wê deverê derkevin ji ber ku Polonyayê nexwest ku ew xwe bigihînin deverên sînorî ku xelk di sermayê de dijîn û pêdiviya wan bi alîkarîya tibbî û mirovî heye.

MSFê diyar kir, piştî ku Polonyayê qedexe kir ku rêxistinên penaberan bixebitin, ew ê herêma sînor a navbera Polonya û Belarûsê biterikînin.

Rêxistinê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku beriya 3 mehan ji bo alîkariya koçber û penaberên ji sînorê Belarûs û Polonyayê re derbas dibin, ekîbeke destwerdana lezgîn şandiye.
Lê belê rêxistinê biryar daye ekîba xwe vekişîne, piştî ku her tim ji aliyê rayedarên Polonyayî ve hatin astengkirin ku xwe bigihînin herêma daristanê ya li ser sînor. Komek mirov pêwîstiya wan bi alîkariya tibî û însanî heye.

Rêveber Fraûk Osîg da xuyakirin ku ji meha Cotmehê û vir ve doktorên sînornenas xwestine bikevin herêmên li ser sînor ên Polonyayê, lê rê li wan hatiye birîn.

KDC

FREE
VIEW