Li Rojavayê Kurdistanê di derbarê kêmbûna avê û rewşa koronayê de hişyarî tê dayîn

Neteweyên Yekbûyî hişyariya kêmbûna ava vexwarinê û zêdebûna belavbûna koronayê li bajarên Rojavayê Kurdistanê da.

Ofîsa Neteweyên Yekbûyî di raportekê de ragihand ku projeya avê ya Elûkê ku avê dide nêzî nîv milyon kesan, rawestiya ye û wê pirsgirêkên cidî ji bo welatiyên bajarên Rojavayê Kurdistanê derkevin holê.

Her wiha destnîşan kir ku projeya ku avê dide şêniyên Hesekeyê, di bin kontrola komên nêzî Tirkiyeyê de ye û dibe ku bi temamî ji nav biçe.

Baregeha girêdayî NYyê jî hişyariya belavbûna Coronayê ji herêmên di bin kontrola Kurdan de li Sûriyê û bi taybet li kampa El-Hewla da.

Ofîsê tekez li ser hewldanên Neteweyên Yekbûyî yên ji bo avakirina projeya ava vexwarinê ji bo welatiyên herêmê û vaksînlêdana Coronayê kir.

KDC

FREE
VIEW