Îsraîlê, Lazqiye Bombebaran Kiriye

Ajansa nûçeyan a Sûriyeyê ragihand ku îro di saet 03.00an de Îsraîlê ji deryayê moşek avêtine peravên Lazqiyeyê û di encamê de ziyaneke mezin a madî gihîştiye, wekî ku di televîzyona Sûriyeyê de hate weşandin agir bi derdorê ketiye.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Sûriyeyê SANAyê êrîşa Îsraîlê roja Sêşemê saet di 03.00an de, bi fuzeyan ber bi Derya Spî ve li meydana Contina ya li peravên Lazqiyayê xist, lê heta niha artêş û çapemeniya Îsraîlê di derbarê êrîşê de ti agahî nedane.

Beriya niha jî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihandibû ku Îsraîlê di 7ê Tîrmehê de li Quentînê qemyoneke çekan a Îranê kiribû hedef.

Sûriyeyê ji sala 2011an ve rastî nerazîbûn û pevçûnên xwînî yên li dijî rejîma Beşar Esed tê û nêzikî nîv milyon kes tê de mirin û ziyaneke mezin gihîştiye jêrxana aborîya wî welatî û bi milyonan hevwelatiyên Sûriyeyî di hundir û derveyî welat de aware bûne.

___

Escape to the countryside: 7 charming homes under R2m across London

kurdish dc

Nirxê Dolarê Wê Ji Bo 2022an Bê Diyarkirin

KDC

Semînerek ji aliyê Konfederasyona Rewenda Kurdistanî ve li ser rola medya û platformên medyaya civakî

nusar1
KDC

FREE
VIEW