Cankurd- 2001
Çiyayê bi berf û sari, li her alîkî qîr û hewarî
Reva mirovan ji ber neyarî,
heywax li min be! Li me rê girtin
Çiya bilind e, bad û bahoz e,
dilê dayîkê bi tirs û lerz e
Zarokê birçî şîrî dixwaze
Neyarê xûnmij li me re girtin
Binê nuhalê bûye goristan
Ji bo minalan ji boyî zarokan
Hêstir nemane di çavên bavan
Heywax li min be! Li me rê girtin
Baran dibare temaşa dikin
Li hev dinêrin niza çi bikin
Wekî çivîkan tev diçikçiin
Heywax li min be! Li me rê girtin
Serê xwe hilda ne deng û ne bas
Li dor wî nînin ne merv û ne nas
Tenê xwe ma ye bê sol û kiras
Heywax li min be! Li me rê girtin
Dayik û bav her li ber derî ne
Bi bihna jehrê herdu mirîne
Xûşk û birê wî ji mal revîne
Heywax li min be! Li me rê girtin
Hêstir di çavan hejand serê xwe
Zikê wî birçî niza biçe ku
Heywax çiyano, heywax ciwano!
Dijmin û hovan li me rê girtin
Nişka ve dengek ji her alî hat
Hemî hejandin zinar û kelat
Dengê dayîkê ji ezmana hat
Bese me rev û bese me kuştin
Heya çi demê em ê wilo bin
Herdem li çolan pez û revo bin
Neyar li pey me lez û bezo bin
Erê em Kurd in belê mirov in
Li me wêran in mal û eywana
Ji me nehêştin mêr û ciwanan
Serî dibirrin wekî berana
Heywax li min be! Li me rê girtin
Ez ê bigazim li giş birayan
Gelo bibin yek li pêş neyaran
We em gihandin çol û beyaran
Bese me ev rewş bese me kuştin
Bi hev re rabin serê xwe rakin
Ala Kurdistan bi jor ve hildin
Li ber şehîdan peymanê bidin
Ji bo Kurdistan bi hev re rabin 2001