Pirsa Kurdistanê, girêkek qûzulqurtê ye. Kî bixwaze daqurtîn e, wê di qirika wan de bimîne!
Berî bi çend rojan Sekreterê Giştî yê CHP daxuyanîyek da. Berî ku em li ser armanca daxûyanîyê rawestin, ji hêla teknîkî de em li daxûyanî binêrin.
Ev îşaret dike ku li pişt perdê hinek dan û stendin dimeşin. Hinek hêz, kes û derdorên dewleta tirk di xebatekê de ne, ku li ser navê kurdan HDP bikin piştgirê CHPê, ku îtîdarê biguherin. Ev zelal xuya dike.
Di nav refên hêzên Kurdistanî de jî êrîşên ku hatin ser Kurdperweran û ji nûve xwestin ku berê têkoşîna Rizgarîya Miletê Kurd bidin „kemalizmê, çepitîya tirkan û demokratîk kirina dewleta tirkan, biratîya gelan“ ev armanc bû.
Di vir de gotinek min tenê heye:
Divê Kurd, aqlê dîrokê, dersên dîrokî derxin ber zanistîya mejû û binirxînin. Doza Kurdistanê ji CHP, ji HDP û ji hemû taqim û berjewendîyên wan mezintir e. Quweta ti Îktîdaran û partîyan, kesan tine, ku pirsa Kurd û Kurdistanê çareser bikin. Pirsa Kurd û Kurdistanê, pirsgirêkek navdewletîye û bi garantîya beşdarbûna hêzên navdewletî û bi beşdarbûna mejûyê dewleta tirk ve têt çareser kirin. Bê vê konsersûsê, ev pirsgirêk çareser nabe. Pirsgirêka Kurdîstanê sîyasîye û tekabûlî doza axê dike. Mafekî rewa, yê miletê Kurd, li ser axa xwe doza xwedî lê derketina erkên desthilatdarîyê ye.
Ezê dîsa vegerim ser gotina Kemal Kiliçdaroğlu. Çi gotîye K. Kiliçdaroğlu?
„Ji bo çareserkirina pirsa Kurd pêwîstiya me bi organeke rewa heye. Dewlet nikare organeke nerewa muxatab bigre.
Erdogan ev kir. Dewletê jî Îmralî muxatap wergirt. Îmralî ne organeke rewa ye. Organa rewa kî ye? Em dikarin HDPê wek organeke rewa bibînin. Piştgiriya xelkê bi HDPê heye û hatiye nav parlamentoyê û karê xwe dike. Eger ev pirs çareser bibe, bi organeke rewa ra çareser dibe. Em dikarin bi HDPê ra çareser bikin. Ji ber vê ez wiha difikirim ku pêwîst e, HDP li parlamentoyê be…”
Wek teknîkî, di asta parlementoya tirkan de îşaretkirina, „Ji bo çareserkirina pirsa Kurd pêwîstiya me bi organeke rewa heye.“(!) Wek karekî teknokratî raste. Edres parlemento ye, lê ku li welatekî wek Tirkîye parlemento desthilatdar be û xwedî erk be. Ya din jî HDP bi devê xwe dibêje „ez ne partîyek Kurd im“. Wê çawa partîyek ku ne a kurdan be, kurdan temsîl bike? AK Partî jî bi qasî HDP ji kurdan dengan distîne. Gelo ev partîya sîstema dewletê, li vî aqilê ku dibêje „ji kurdan dengan digire“ çima nabe erkdar? Qezda min ewe ku, bi dengan kesek, hêzek li ser kurdan nabe erkdar.
Di vir de pirsek min heye.
Gelo Parlemento û îktîdar di warê çareserkirina pirsa Kurd û Kurdistanê de xwedî erk in? Ez bi xwe jî bersîvê bidim: Na, ti cari ne parlemento, ne Dadgeha Destûrê, wek erk, ew hêz bi wan re çênebûye. Xwedîyê biryarê mejûyê dewletê bi xwe ye. Ew mejû jî di kûraya avakirina dewleta tirk de bicîh bûyî ye û ev aqlê dewletê bi xwe ye.
Hêla din sîyasîye û armancek hesabên guhertina îktîdarê li ser Kurdan têt meşandin. Di virde jî CHP dixwaze HDP û beşek ji kurdan ji xwe re bikar bîne. Xuyaye ku beşek mezin ji kurdan jî ji bona vê amade ne.
Her piştî pêvajoka sertbûna dewletê, dewlet ji bona balansa civakî, gavek xapandinê davêje holê, karesatên xwe bi kurdan dide jibîr kirin û xwe jî nû dike û dimeşe. Kurd divê vê stratejîya dewleta tirk derxin astek zanistê û jê dersan bigirin. Ma ne bese, ev 100 sale li ser me eynî lîstik dimeşe, eynî savar her germ dibe, germ dibe û têt ber me?
Di germaya heman daxûyanîya serokê CHPê K. Kilaçdaroglu de çima Sezayî Temellî ecele bersîv da?
Got.
„Muxatabê çareserkirina pirsgireka Kurd HDP nîne. HDP, aktorê ku ji bo çareserkirina vê pirsê rêya sîyaseta demokratîk vekirîye û hêsankirîye ye.
Lê divê bê zanîn, ku navnîşana çareserkirina demokratîk û muxatabê eslî jî tenê Îmrali ye.“
Ez pêşî eşkere bêjim ku, ticarî îradeya HDPê, ku bi tena serê xwe biryarê bigire û bi rêka xwe de bimeşe çênebûye. Îrade ya HDPê li Îmralî, li kêleka dewletê rûniştîye. Bê biryara dewletê, ne parlemento û ne jî CHP û HDP dikarin tiştekî bikin. Di vir de Sezayî Temellî rast dibêje; Ji ber ku ew jî wek qayûm ji terefê dewletê de erkdar kirî ye.
„..divê bê zanîn, ku navnîşana çareserkirina demokratîk û muxatabê eslî jî tenê Îmrali ye.“(!)
Lê ezê dewleta tirk jî lê zêde bikim; nete nê muxatabê eslî jî „Îmralî“ (îradeyê HDP û PKK Abdullah Öcalan)“divê „dewleta tirk“ jî bihata nivîsandin. Yanî divê bêt zanîn ku „navnîşana çareserkirina demokratîk û muhatab(ên)ê eslî Îmralî“ û dewleta tirk e(!)
Aklê dewleta tirk, di kûraya dîroka 100 salî de li ser „çareserkirina pirsa kurd“, di yek armancê de meşîyaye: Bi êrîşan, bi darê zorê, bi qatlîam û jenosîd, bi asîmîlasyonê, bi hilweşandina balansa civata Kurd (dejenerasyonê) re, li ser kedîkirin (entegre kirin)a kurdan meşîyaye! Ji gotina „çareserkirina pirsa Kurd“(!) ev dewlet tenê van metodan fêhm dike û van metodan dimeşîne. Her hewla ku daye ber xwe jî, xistîye xizmeta van armancan.
Çawa piştî tecrûba 100 salî, emê hêvî bikin ku wê pirsa Kurd, di parlemento ya tirkan de, dewleta tirk bi serê xwe çareser bike?
Heger Kurd bi vê bawer bikin, tê wateya Kurd miletek ku bê hafiza dîrokî tevdigere! An jî kurdan biryar daye û berê xwe dane asîmîlebûnê. Dejenerasyonbûnê û bi dewleta tirk re di warekî teslîmbûnê de entegre bibin û pirs jî çareser dibe! Dema ku em bêjin na, li Bakurê Kurdistanê hîn cewherek zînde, li ser ling heye, wê wextê divê ev cewher lingê xwe li erdê bixe û bêje na!
şeyhmus özzengin
21.09.2021