Dadgeha Mafên Mirovan A Ewropayê: Tirkiye Welatê Herî Sûcdar E

Serokê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê Robert Spano aşkere kir ku sala borî dozên di derheqê Hikûmeta Tirkiyeyê de ji sedî 13an zêdetir bûne û hejmara dozên ku Tirkiyeyê di sala 2021an de dane Dadgeha Ewropayê 70 hezar û 150 ne, di heman demê de Tirkiyeyê Peymana Mafên Mirovan jî îmze kiriye.

Spano di hevpeyvînekê de bi hejmarek rojnamevanan re ji bo balê bikişîne ser dozên sala 2021an û îstatîstîkên salê, bersiv da pirsên nûçegihanan ku dozên li ser Tirkiyeyê piraniya hevdîtinê dagir kir.

Spano ragihand ku dawakarên Rûsya, Tirkiye û Ûkraynayê ji sedî 70 dozan derbas kiriye, hejmarêb dozên Tirkiyeyê ji sedî 30 zêdetir bûne û 15 hezar û 250 doz lê zêde bûne, ji sedî 21,7 dozên li berdestê dadgehê ên Tirkiyeyê ne.

Spano bilêv kir ku zêdebûna dozên li Tirkiyeyê piştî hewldana derbeya binketî ya Tirkiyeyê pêk hat, piraniya wan li dijî biryarên dadgehên Tirkiyeyê ne.

Spano di dewamê de ragihand ku di sala 2021an de di 78 dozên li ser Tirkiyeyê hatine dîtin û 76 doz bi dawî bûne. Binpêkirinên herî zêde yên dewleta Tirk li ser azadiya ramanê ne.

Serokê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê diyar kir ku Tirkiye 31 caran ev xal binpê kiriye û di navbera welatên endam ên peymanê de bi ferqeke berfireh bûye dewleta herî sûcdar.

___

Navenda Revende Kurdistanî bi Ehmed Yûsif re civya 

KDC

Hejmarek kes li ser keysa kuştina malbata Qoniyayê hatin girtin

KDC

Navenda Rewanda Kurdistanî endamên xwe vexwend

KDC
KDC

FREE
VIEW