Rûsya Ji Şandina Hêza Aştiyê Dudil E 

Wezareta Derve ya Rûsyayê roja Duşemê got, Moskowa çi sedemeke mafdar nabîne ku hêza aştiyê ya Neteweyên Yekbûyî bişîne Ûkraynayê.

Li gorî Ajansa Îstixbaratê ya Rûsyayê, rêveberê beşa rêxistinên navneteweyî ya Wezareta Derve Peter Elîchev got, “Pêwîstî bi hêza aştiyê nîn e, ji ber ku Rûsya rewşê bi xwe kontrol dike.”

Wezareta Derve ya Rûsyayê jî ragihand ku çi sedemeke mafdar ji bo şandina hêza aştiyê ji bo Ûkraynayê ya ji aliyê Neteweyên Yekbûyî û hêzên NATOyê ve nîn e.

Serokê Ûkraynayê Viladymer Zelenskî daxwaz ji NATOyê kir ku herêmeke dijî firokeyan bi ser welatê wî de bisepîne, lê NATOyê ev daxwaz ret kir, ji ber ku wan diyar kir ku dê ev bibe sedema êrîşa Rûsyayê ya ser welatên NATOyê.

___

Li Geverê Xwepêşandan Hate Lidarxistin

KDC

Navenda Revenda Kurdistanî Li Nurnbergê Newroz Pîroz Kir 

KDC

Ji Bo Pêşîgirtina Li Koçberan, Yewnanîstan Kamera Û Radaran Datîne Ser Sînor

KDC
KDC

FREE
VIEW