Trump Bi Tundî Rexneyan Li Biden Dike

Donald Trump di derbareyê lîsteyên ku dane Talîbanê ji bo veguhestina Firokexaneya Kabîlê rêveberiya Joe Bîden bi tundî rexne dike.

Trump got, “Ji bo amadekirin û veguhastina wan li Firokexaneya Kabîlê, di berdêla Talîbanê de em ê navên Amerîkiyan radestî milîtanên Talîbanê bikin.”

Trûmp xebatên rêveberiya DYAyê weke xebatên kaotîk û nezanî bi nav kir û diyar kir ku ev gav rê li ber tevlîheviyên zêdetir vedikin.

Wî wiha jî da xuyakirin ku berî niha Talîban ji me ditirsiya, dema ku min ji wan re got heger ew tiştên nebaş bikin ez ê werim û baregehên we bombebaran bikim û wan dizanîbûn ku em ê bikin.

Her wiha ji Washingtonê, îro wekî rojeke xemgîn a tijî şerm û pir xeter nîşan da.

___

Kanada: Nûnerê Konfederasyonê li gel Serokê Komîteya Parlemenê ya Dostayetiya Kurd û Kanada civiya

nusar1

Hevpeyvînek li gel keşe Andro Branson 

KDC

Endamekî Navendê daxwazek pêşkêşî Serokê Almanya kir

nusar1
KDC

FREE
VIEW