Kazimî Li Ser Şandina 200 Mîlyarî Axiviye

Serokwezîrê Iraqê teqezî li ser şandina 200 mîlyar dînar ji bo Herêma Kurdistanê kir.

Serokwezîr Mistefa Kazimî di hevdîtineke xwe ya li gel hejmarek ji dezgehên ragihandinê yên Iraqê got ku şandina 200 milyar dînar ji bo Herêma Kurdistanê dê berdewam be. Di axaftina xwe de qala mezinahiya pereyê heyî yê Iraqê kir ku ji 51 milyar dolaran bûye 61 milyar dolar.

Di derbareya berî hilbijartina encûmena nûnerên Iraqê de jî li ser wê yekê sekinî ku dê hilbijartin di dema xwe ya diyarkirî de û bi pakî bên encamdan.

___

Îranê 10 Sal Cezaya Girtîgehê Li Kurdekî Biriye

KDC

Serokê Parlamentoya Ewropayê Koça Dawî Kiriye

KDC

Cendirmeyan koçerên Amedê ji zozanên Mûşê derxistin

KDC
KDC

FREE
VIEW