Eymen Zewahirî Piştî Salan Ji Nû Ve Derketiye Holê

Çapemeniya Îranê vîdyoyeke bi navê ‘serkirdeyê El Qaîdeyê ji gorê vegeriya’ belav kir û tê de diyar kir ku Zewahirî piştî kuştina Usame Bin Ladin bû serokê El Qaîdeyê.

Di berdewama vîdeoyê wiha jî da xuyakirin ku cihê ku ew lê ye ne diyar e lê tê gotin ku ew li devera di navbera sînorê Afganistanê û Pakistanê de dijî.

Sala par gelek dezgehên ragihandinê yên cîhanê nûçeya mirina wî ya celteya dil ragihandin lê niha piştî 20 salan û di salvegera 11 Îlonê de peyameke vîdeoyî belav kiriye.

Di tomarkirinê de Eymen Zewahirî rewşa heyî û paşeroja rêxistina Qaîdeyê şirove dike û behsa derketina Amerîkayê ji Afganistanê dike.

Li gorî zanyariyan, fikrên wî ji yên DAIŞÊ zêdetir nêzikî Talîbanê ne û dibe ku ji nû ve serî hil bidin.

___

Serokê Nû Yê Hikûmeta Afganistanê Hate Destnîşankirin

KDC

Makedonyaya Bakur: Bi qemyonekê nêzî 35 koçber birîndar bûn

KDC

Ûkraynayê Du Leşkerên Rûs Dîl Girtine 

KDC
KDC

FREE
VIEW