El Cebrî: Kurê Selman Gotiye, Wî Xwestiye Di 2014an De Şah Abdullah Bikuje

Şêwirmendê berê yê ewlekariya Siûdiyê Saad El-Cebrî delîlên ku Mîrê Siûdiyê Mihemed Bin Selman xwestiye ku Şahê rehmetî Ebdullah Bin Ebdulezîz bikuje aşkere kir.

Di hevpeyvînekê de digel 60 Xulek li gel kanala CBS News roja Yekşemê, Cebrî hûrgilîyên kombûna sala 2014an aşkere kir ku tê de Prens Îbn Selman bi Mihemed Bin Nayîf ê serokê îstixbarata Siûdî yê wê demê re gotiye ku dixwaze Şah Abdullah bikuje.

El-Cebrî dibêje dibe ku rojekê were kuştin. Her wiha aşkere kir ku Şahê Siûdiyê tîmek şandiye Kanadayê da ku hewl bide wî bikuje.

Wî got ew hişyar kirine ku xwe nêzîkî ti avahîyeke dîplomatîk ya Siûdî yê li Kanadayê neke û neçe konsulxane yan balyozxaneyê.

___

Wê Çend Lîwayên Yekîneyên 70 û 80 Li Ser Wezareta Pêşmergeyan Bêne Erkdar Kirin

KDC

Europe markets mixed on earnings; Carrefour shares soar 8%

kurdish dc

Du Kolber Hatine Birîndarkirin

KDC
KDC

FREE
VIEW