Dezgeha Senger Û Pêşmerge Pîrozbahî Li Tahir Hewramî Û Endamên Konfederesyona Revenda Kurdistanî Kir

Dezgeha Senger û Pêşmerge peyama pîrozbahiyê ji Tahir Hewramî Serokê Berpirsê Dîska Revenda Kurd li Baregehê Barzanî û li hemû endamên Konfederasyona Revenda Kurdistanî re şandin û soza piştgiriya xwe ji bo vê pirojeya niştîmanî dan.

Pîrozbahî:

Ji bo rêzdar Tahir Hewramî

Serokê Dîska Revenda Kurd Li Baregeha Barzanî

Bi boneya bidawîhatin û serkeftina kongreya Konfederasyona Revenda Kurdistanî li Hewlêrê em bi germî pîrozbahiyê li we dikin û hêvîya pêşketineke zêdetir ji we re dixwazin û bawerîya me bi endamên hilbijartî yên Konfederasyona Revenda Kurdistanî heye, em pê bawer in ku ew dê hengavên pratîkî bavêjin û encamên baş û hêja bi dest bixin.

Em wek Senger û Pêşmerge amade ne ku di vê projeya neteweyî de hevkariya we bikin. Weke rêxistineke medenî baweriya me bi karê hevkariyê heye bi taybetî li ser mijarên neteweyî. Ji ber vê yekê em dilsozê vê hengava mezin in û em ê bi her awayî piştgiriya we bikin.

Em dubare pîrozbahiyê li we û hemû hevalên kongreya Konfederasyona Revenda Kurdistanî dikin û hêviya berdewambûna serkeftinê dikin.

Serokê Dezgeha Senger û Pêşmerge

Semîr Nizarî

___

Li Bakurê Kurdistanê, Karkerekî Zirar Daye Apê Xwe

KDC

Îtalya li pêşberî bendewariya herikîna koçberan e û daxwaza ji nû ve belavkirinê li Yekîtiya Ewropayê dike  

KDC

London: Rewanda Kurdistanî piştgîriya xwepêşandanên xelkê Îranê dikin 

KDC
KDC

FREE
VIEW